15:56 22 Mijdar 2017
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Barzanî: Pêşmerge ne milkê ti partiyekê ye

    © AP Photo/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4121

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di civîna digel Komeleya Pêşmergeyan de got: “Ti cudahî di navbera Pêşmerge de nîne, Pêşmerge jî ne milkê ti partiyê ye û pêşmergeyê Kurdistanê ye.”

    Di daxuyaniya nivîskî ya li ser malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat weşandin de, li ser naveroka civîna roja pêncşemê ya şandeya Dezgeha Eylûl û Komeleya Pêşmergeyên dêrîn a bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re agahî hatin parvekirin.

    Di daxuyaniyê de bi zarê Barzanî wiha hat gotin: "Ti cudahiyek di navbera Pêşmergeyan de nîne û Pêşmerge jî, pêşmergeyê Kurdistanê ye û ne pêşmergeyê ti partiyekê ye."

    'BARZANÎ SOZ DA ME KU BI HIKÛMETÊ RE BICIVE'

    Li gor nûçeya Rûdawê jî Endamê Serkirdatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Raber Seyid Birahîm piştî civîna bi Barzanî re da xuyakirin: "Di civînê de me gilî û gazind, rexne û pêşniyarên derbarê mûçe û mafên Pêşmergeyên Dêrîn de pêşkêşî birêz cenabê Mesûd Barzanî kir. Wî jî soz da me ku bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bicive û mafên Pêşmergeyên Dêrîn dabîn bike."

    Raber Seyid Birahîm got: "Pêşmergeyên xanenişînkirî 2 mehan carekê mûçe werdigirin, me daxwaz kiriye mûçeyên wan mehane were dayîn. Herwiha me daxwaz kiriye, ku erd jî bi wan Pêşmergeyan were dayîn ku sûdmend nebûne."

     

    Bi heman mijarî:

    Fermandarekî Pêşmerge: Bi sedan şervanên êzidî tev li Pêşmergeyan bûn
    Partiya Tirkmen: Em rêzê ji Ala Kurdistanê re digrin û piştgiriya Pêşmerge dikin
    Sekreterê PSDKê: Bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê berhemê xwîna Pêşmerge ye
    Kosret Resûl: Berdêla bilindkirina ala Kurdistanê Pêşmerge bi xwîna xwe daye
    Serokwezîrê Iraqê: Tenê Pêşmerge û hêzên Iraqê dikarin Şingalê îdare bikin
    Etîketan:
    partî, pêşmerge, civîn, hevdîtin, Serokatiya Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de