15:53 22 Mijdar 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Mesûd Barzanî: Wanê ku rexne dikin ji rewşa niha ya serxwebûnê tiştek fem nekirine

    © Foto: presidency.krd
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 4932

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel Sigmar Gabriel tevli heyeta bi xwe re li Selahaddînê komcivînek çêkir. Piştî komcivînê derketin pêşberî rojnamevanan. Barzanî ji bo kesên ku hewldanên referandûmê rexne dikin got:"Wanê ku rexne dikin ji rewşa niha ya Serxwebûnê tu tiştek fêm nekirine."

    Herdûyan piştî hevdîtinê civînek bi rojnamevanan re li dar xist. Mesûd Barzanî da zanîn Almanyayê di prosesa tekoşîna li dijî DAIŞê de pişgriyek mezin daye Herêma Kurdistanê û sipasiyên xwe ji wan re peşkeş kir. Her wî da zanîn pişgriya hêzên leşkerî ji peşmergeyan re jî hêjayî pesindayînê bû. Serokê Herêma Kurdistanê her wiha ji bo referandûma Herêma Kurdistanê jî de got: "Biryara referandumê hatiye dayîn û aliyên pêywendîdar bi destnîşankirina wext û pêngavên wê mijûl in. Wan kesên ku rexne li referandumê digrin, diyar e rewşa niha baş fêm nekirine. Em bi Iraqê re din av diyalogê de ne. Em nabêjin emê serî li rêbaza tundiyê bidin. Li dijî vê fikrê em rêbaza diyalogê diparêz in. Ku herdû alî bi hevkarî qerareke bide dê feda me ji herêmê re bibe."

    Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel jî ji bo serxwebûna Herêma Kurdistanê got: "Mijara serxwebûnê mijareke navxweyî ye. Kurd bi xwe dizanin ji bo Kurdistanê tiştê herî baş çi ye û pêwendiya navbera Iraq û Herêma Kurdistanê jî, tiştekî navxweyî ye. Em rêzê li jêhatîbûna Pêşmerge digrin ku di şerê li dijî DAIŞê de xwe nîşan dan.

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Pirsa referandûma serxwebûn û Kerkûkê û bandorên wê
    Yekgirtû: Serxwebûn mafê gelê Kurd e
    YNK û PDKê ji bo referandûmê li hev kir: Serxwebûn mafê kurdan e
    YNK û PDK ji bo gotûbêjkirina serxwebûn û alaya Kurdistanê civiyan
    Serokkomarê Iraqê: Serxwebûn pêk were jî, divê diyalog hebe
    Hiqûqnasên kurd ên Sûriyeyê: An serxwebûn an jî konfederasyon
    Sedemên çûnûhatinên Barzanî; aborî, PKK, serxwebûn û têkiliyên bi cîranan re
    Etîketan:
    Herêma Kurdistanê, Sigmar Gabriel, Mesûd Barzanî, Almanya, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de