18:53 15 Kanûn 2017
Zindî
    Iraklı Ezidilerin yılbaşı kutlamaları

    Cejna Çarşema Sor li Laleşê di bin siya xemginiyê de tê pîrozkirin

    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Emîne Çelebî
    0 101

    Cejna Çarşema Sor ku destpêka avabûyîna pîrozgeha Laleşê ye û ji aliyê êzidiyan ve wek roja vejînê tê qebûlkirin, îsal di bin siya xemginiya bo 3400 êzidiyên di destê DAIŞê de û bi hezaran êzidiyên ji ser axa xwe dûr ketine tê pîrozkirin. Êzidiyên li Şengalê bi beşdariya Mîr Tahsîn Beg û civata rûhanî ya êzidiyan roja xwe pîroz kir.

    Cejna Çarşema Sor her sal di 2ê Çarşema meha Nîsanê tê pîrozkirin. Di wê rojê de Laleş hatiye avakirin û ji bo êzidiyan wek roja vejînê, wek roja avabûyîna jiyanê ye. Di vê derheqê de Nasuh Hadî berpirsê Ragihandina Mîr Tahsîn Begî ji Sputnik Kurdistanê re peyivî. Nasûh Hadî roja Cejna Çarşema Sor li hemû êzidiyan pîroz dike û dibêje: "Zarokên di zindanê ên di deste DAIŞ de em cejna wan jî pîroz dikin. Hêvî dikin ew hemû benê azadkirin û bizîvirin ser mal û karên xwe. Cejna Çarşema Sor ji bo me êzidiyan rojeke gelek pîroz e. Di meha Nîsana şerqî de em her sal pîrozgeha Laleşê pîroz dikin. Îro jî em bi amadebûna civata rûhanî ya êzidiyan û Mîr Tahsîn bi mîrê Şêxan. Bi amadebûna jimareke mezin ji êzidiyan. Bi taybet jî şemala axû agirî ya spî li xwe kirin, 566 find vêxistin her kesek bi agirê xwe beşdar bû û hêvî ji xwedayê mezin kirin ku aştî û aramî li deverê Kurdistanê û Iraqê û li cihên êzidiyan çêbe. Disa jî êzidiyan heman hêvî kirin ku zarokên di nav destê DAIŞê de bêne rizgarkirin û ew deverên aidî êzidiyan jî wek ku niha Şingal azad bûye ew dever jî bête rizgarkirin û ji destê DAIŞên terorîst bête stendin."

    Iraklı Ezidilerin yılbaşı kutlamaları
    © AFP 2017/ Christophe Simon
    Iraklı Ezidilerin yılbaşı kutlamaları

    ÇARŞEMA SOR BO ÊZIDIYAN WEK SERÊ SALÊ YE

    Nasûh Hadî her wiha diyar dike ku niha xelkê êzidî din av jiyanake gelek zehmet de ne û wiha berdewam dike:" Ev cejna çarşem dîrokek dirêj û pîroz e wek ku cejna serê salê ye. Di vê rojê de jiyan peyda bûye. Di vê rojê de jiyaneke nû li seranserê vî erdî hatiye duristkirin. Ev jî parêzgeha Laleş bûye. Cejnê me jî bi sirûştê re girêdayî ye. Lewre her tiştê me ji aliyê sirûştê ve tê diyarkirin. Rengînkirina hêkan jî bi sirûştê ve girêdayî ye. Çêkirina hêkan jî sembolek wek girêdayîbûna me ya bi ax û erdî ye. Dema ku hêk hatiye afirandin, wê rojê jiyan jî peyda bûye. Erd hatiye avakirin."

    ‘JI BER NEBÛNA XIZMETGUZARÎ REWŞA ŞENGALÊ XETER E'

    Nasûh Hadî her wiha dibêje:"Rewşa Şengalê roj bi rojê ber bi xerabûnê vê diçe. Nebûna xizmetguzariyê jiyanê xeter dike. Gelek şengalî di deste DAIŞê de man e. Dîsa ev milmilaneyên siyasî yên li Şengalê diqewimin. Yên eskerî û siyasî jiyanê gelek xeter dike. Binêrin hêj xelkê şengalê nezivîrîne ser malên xwe. Ew daxwaz dikin ku êdî bese kuştina xelkên Şengalê. Ew dixwazin ku hemû layenek bi aştiyane û diyalog mijarê çareser bikin. Ne bi kuştina keç û xortên êzidiyan." Û bi van peyvan cejna Çarşema sor li hemû êzidiyan pîroz dike.

     

    Bi heman mijarî:

    Nûnerên kurdên êzidî û şebek dixwazin bibin beşek ji Kurdistanê
    Heyder Şeşo ji bo 'partiyeke êzidî' ji YNKê îstîfa kir
    Di operasyona Reqayê de 138 êzidî hatin rizgarkirin
    YPJê 137 kurdên êzidî ji destê DAIŞê rizgar kirin
    Fermandarekî Pêşmerge: Bi sedan şervanên êzidî tev li Pêşmergeyan bûn
    4 jin û 5 zarokên din ên kurdên êzidî hatin rizgarkirin
    Li Reqqayê 5 zarok û 4 jinên êzidî hatin rizgarkirin
    5 zarok û du jinên êzidî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin
    Etîketan:
    Nasuh Hadî, Mîr Tahsîn, Laleş, Şengal, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de