16:36 18 Hezîran 2018
Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ)

Qeymeqamê Şingalê: Em midaxeleya Tirkiyeyê qebûl nakin

© Sputnik / Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
0 41

Tirkiye amadehiyê dike ku bi hinceta hebûna PKKê êrîşê Şingalê bike. Qeymeqamê Şingalê Miheme Xelîl di derbarê mijarê de ji bo Sputnikê diyar kir ku ew midaxeleya Tirkiye ya li hemberî Şingalê qebûl nakin.

Hikmet Durgun

Dewleta Tirkiyeyê li dijî hebûna PKKê ya li Şingalê derdikeve û diyar dike ku ew nahêlin Şingal bibe ‘Qendîla duyemîn' û ew amadehiya midaxeleyê dikin. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan gotibû, "Şingal ber bi Qendîleke nû ve diçe, em ê qet destûrê nedin vê yekê."

Tirkiye bi hinceta hebûna PKKê ya li Şingalê, amadehiyê dike ku êrîşê wir bike û dixwaze bi vî awayî rêya PKKê ya di navbera Sûriye û Iraqê de bibire. Ji ber ku li gorî Tirkiyeyê PKK milîtanan ji Iraqê dişîne Sûriyeyê û vê yekê jî di der herêma Xanesor a Şingalê re pêk tîne. Li gorî Tirkiyeyê PKKê ji sedî 60ên hêzên xwe ji Qendîlê derxistine û li Şingalê bi cih kirine.

‘TIRKIYE WÊ BI BEŞDARBÛNA ZÊDETIRÎ 4 HEZAR LEŞKERAN OPERASYONAN LI DAR BIXE'

Tirkiye ji bo midaxeleya li hemberî Şingalê bi navê operasyona Mertalê Dicleyê amadehiyê operasyonan dike, ku wê bi beşdarbûna zêdetirî 4 hezar leşkeran ji hewa û erde ve vê operasyonê li dar bixe. Her wiha tê gotin ku Tirkiyeyê ji bo vê yekê Rêveberiya Herêma Kurdistanê agahdar kiriye û li gel vê yekê wê baregehên xwe yên di nava sînorên Herêma Kurdistanê de jî ji bo van operasyonana bi kar bîne. Tê payîn ku operasyon di dawiya vê mehê de werin lidarxistin.

Ji aliyê din ve tê diyarkirin ku hêzên PKKê jî ji bo operasyonên artêşa Tirkiyeyê amadehiyên xwe dikin û tê îdiakirin ku rêveberên PKKê yên payebilind ji bo ewlehiyê ji Şingalê derketine û çûne Çiyayê Qendîlê.

‘EM QEBÛL NAKIN TIRKIYE LI SER AXA KURDAN MIDAXELEYÊ PKKÊ BIKE'

Di derbarê nîqaşên operasyonan de Qeymeqamê Şingalê Miheme Xelîl ji bo Sputnikê axivî û diyar kir ku ew ê êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Şingalê qebûl nekin. Xelîl ev tişt gotin: "Di derbarê êrîşkirina Tirkiyeyê ya li dijî Şingalê de li ba me tu agahî tune ne. Me tiştekî wisa nebihîst. Lê em qet qebûl nakin ku Tirkiye li ser axa kurdan midaxeleyê PKKê bike. PKK rêxistineke kurdan e."

'HEBÛNA PKKÊ YA LI ŞINGALÊ PIRSGIRÊKEK ME YA NAVXWEYÎ YE'

Miheme Xelîl da zanîn ku ew naxwazin li Şingalê xwîna kurdan were rijandin û wisa berdewamî da axaftina xwe: "Hebûna PKKê ya li Şingalê pirsgirêkeke di navbera me û PKKê de ye. Pêwistî bi midaxeleya Tirkiyeyê tune ye. Ji aliyê Tirkiyeyê ve an jî ji aliyê hêzeke din ve midaxeleyeke li dijî Şingalê were kirin, wê ev li dijî gelê Şingalê be. Midaxele wê ne di berjewendiya Tirkiye, Iraq û Şingalê de be. Bila ne PKK li Şingalê hebe ne jî bila Tirkiye midaxele bike."

'GELÊ ŞINGALÊ TENÊ HÊZÊN PÊŞMERGE DIXWAZIN'

Xelîl derbirî ku gelê Şingalê ji xeynî Hêza Pêşmerge tu hêzan naxwaze û îdia kir ku PKK li Şingalê zarokan direvîne û li pey berjewendiyên siyasî diçe. Qeymeqamê Şingalê parast ku gelê Şingalê bi hinceta hebûna PKKê venagerin Şingalê û bangî PKKê kir ku Şingalê biterikîne.

Navçeya Şingalê ya Mûsilê di bin Rêveberiya Herêma Kurdistanê de ye û li navenda bajêr û gelek gundên wê Hêzên Pêşmerge hene. Her wiha li navenda bajêr, li bajaroka Xanesorê û hinek gundên wê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) jî hene.

Bi heman mijarî:

YJŞ: Em ê li Şingalê xweseriyê ragihînin
Ji bo avakirina Şingalê konferanseke navneteweyî tê lidarxistin
Li Şingalê 31 komên gorî hatine dîtin
Mesûd Barzanî: Nabe ku hêzeke neyasayî li Şingalê bimîne
Pêşmerge li Şingalê rastî êrişê hat: 3 birîndar
Li Şingalê di dema xwepêşandanê de alozî derket
Amerîka: Divê PKK Şingalê biterikîne
Etîketan:
midaxele, Tirkiye, PKK, Sputnik, Qeymeqamê Şingalê, Miheme Xelîl, Şingal
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de