08:20 27 Gulan 2018
Cemil Bayik

Bayik: Çavên me ne li petrola Kerkûkê ne

© AFP 2018 / BULENT KILIC
Kurdistan
Lînkê kurt
0 51

Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemil Bayik derbarê hebûna endamên wan li Kerkûkê ji Al-Monitorê re axivî.

Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemil Bayik got, "çavên me ne li petrola Kerkûkê ne, endamên PKKê ne ji bo petrolê li Kerkûkê ne lê li ser daxwaza gelê Silêmanî û Kerkûkê li wir in"

Li gorî nûçeya rojnewsê, Bayik ji bo rojnameya Al-Monitorê axiviye û gotiye ku têkiliya hebûna PKKê li Kerkûkê bi petrolê re tine û ji ber petrolê jî neçûye wir û wiha pê de çû: Dema DAIŞê êrîşê Herêma Kurdistanê kir nîvê Hewlêrê vala bû. Kerkûk jî rûbirûyî metirsiyê hat. Gelê Silêmaniyê nerehet bû. Ji ber vê, li ser bangawaziya gelê Kerkûk û Silêmaniyê gerîla çûn Kerkûkê".

'GERÎLA PERÇEYEKE JI HÊZÊN BAŞÛR IN'

Derbarê şêwaza mayîna endamên PKKê li Kerkûlê û têkiliya wan bi pêşmergeyan re jî, Bayikî wiha got: Hebûna PKKê, ya gerîlayan li Kerkûkê hebûna parastina gel ya li Herêma Kurdistanê ye. Parçeyeke ji hêzên din yên xwerparastinê yên Başûr e. Jixwe li Kerkûkê bi pêşmergeyan re li rex hev dimînin. Di êrîşa li ser Kerkûkê de, wan bi hev re êrîşa DAIŞê şikandin.

Bayikî diyar kir ku dê ji Kerkûkê venekişin û wiha pê de çû: "Li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanî yê Sêyemîn dimeşe… Hîn ne diyar e bê rewşa Herêma Kurdistanê jî dê çawa bibe. Rewşa Kerkûkê jî ne diyar e. Ji lewma hêzên gerîla weke hêzên parastina gelê Kurd, tevî pêşmergeyan heya şerê Cîhanî yê Sêyemîn bi dawî bibe, heya rewşa Rojhilata Navîn, Iraq û Herêma Kurdistanê zelal bibe, dê bi berpirsyariyên xwe rabe û divê rabe jî".

Bi heman mijarî:

Bayik: Dibe ku Ocaxên Osmanî Karlov kuştibe
Cemil Bayik: ‘AKP dijminê kurdan e'
Dadgeha Stenbolê ji bo Karayilan, Kalkan û Bayik biryara girtinê stand
Bayik: Eger naxwazin şer gurtir bibe, bila ji nav axa Sûriye û Rojavayê vekişin
Cemîl Bayik: Em amadene li gel Mesud Barzani kom bibin
Cemîl Bayik: Divê kurd yekîtiya xwe ya netewî çêbikin
Etîketan:
PKK, KCK, Cemil Bayik, Hewlêr, Kerkûk, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de