05:48 23 Hezîran 2018
Şerê li Şingalê

YJŞ: Em ê li Şingalê xweseriyê ragihînin

© AP Photo / Seivan Selim
Kurdistan
Lînkê kurt
0 21

Endama Yekîneyên Jinên Şingalê (YJŞ) Zeynep Cûdî diyar kir ku ew li Şingalê amadehiya ragihandina xweseriyê dikin.

Endama Yekîneyên Jin ên Şingalê (YJŞ) Zeynep Cûdî ji bo rojnameya bi navê Şûjin axivî û diyar kir ku ew li Şingalê amadehiya îlankirina xweseriyê dikin. Cûdî îdia kir ku ew ê pergaleke ku her ol, ziman û netew tê de tên hewandin ava bikin.

Cûdî îdia kir ku pêşmergeyan li Şingalê gelê Êzidî kiriye hedef û got, "Wekî Artêşa Êzidxanê em ê di her şert û merci de Şingalê biparêzin. YJŞ û YBŞ bi bedelên giran gelê xwe diparêzin."

Zeynep Cûdî daxuyand ku ew ê di demeke nêzîk de xweseriyê ragihînin û got, "Xweseriya Şingalê azadiya gelê Êzidî ye. Li Şingalê her bawerî, netew û ziman wê bi azadî bi hev re bijîn û xwe bi pêş bixin."

Bi heman mijarî:

Ji bo avakirina Şingalê konferanseke navneteweyî tê lidarxistin
Li Şingalê 31 komên gorî hatine dîtin
Mela Bextiyar: Tu kes nikare li Şingalê kantonê ava bike
Mele Bextiyar: Tu kes nikare Şingalê bike kanton
Parlamentoya Iraqê wê rewşa Şingalê gotûbêj bike
Pêşmerge li Şingalê rastî êrişê hat: 3 birîndar
Etîketan:
xweserî, rojnameya Şûjinê, Endama Yekîneyên Jin ên Şingalê (YJŞ), Zeynep Cûdî, Şingal
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de