18:40 17 Tebax 2017
Zindî
    el bab-el babê

    Endamekî PKD-Sê: Em dixwazin herêma Kurdistanê piştgiriyê bide kurdên EL Babê

    © REUTERS/ Khalil Ashawi
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3332

    Serkirdeyeke PKD-Sê bi navê Elî Muslim derbarê rewşa kurdan li bajarê El Babê axivî.

    Serkirdeyeke PKD-Sê bi navê Elî Muslim got, pêkhateyên kurd, ereb û turkmen li herêma El Babê dijîn û ez bi pêkvejiyana li wê derê heyî geşbîn im li gel ku hıinek nakokî piştî bûyerên Sûriyeyê derketin.

    Li gorî nûçeya Rûdawê, Muslimê ku bi xwe jî ji bajarê El Babê ye wiha gotiye, "mafê gelê kurd heye ku daxwaza mafên xwe yên neteweyî li El Babê û derdora wê bike..pêwendiyên domdar di navbera kurdan û pêkhateyên din ên li El Babê de hene daku nehêlin kêşe û nakokiyên mezhebî/etnîkî çêbibin."

    Ji aliyê din ve, Siyasetemdarê kurd ji bo hêzên leşkerî yên kurdî li wê herêmê wiha gotiye: "Berî hatina DAIŞê komên çekdar ên kurdî hebûn lê dûre tev li Cehbeta Şamî, Ehrar El Şamê û Tvegera Nûredîn Zengî bûne."

    Herwiha Muslimî teqez kir ku "komên çekdar ên heyî nikarin kurdan li wir biparêzin ji ber nebûna piştgiriya pêwîst, lewra em dixwazin herêma Kurdistanê di siberojê de piştgiriyê bide kurdên li El Babê."

    Hêjayî gotinê ye ku HSD ya ku YPGê pêşengiya wê dike dixwest bi El Babê ji destê DAIŞê derxîne lê Artêşa Tirkiyeyê û ASA berî demekê ew bajar ji destê DAIŞê derxistibû û niha di bin kontrola wan de ye.

     

    Bi heman mijarî:

    PDK-S ji bo YPGê banga piştgiriyê kir
    PDK-S: 'Kongreya Rimêlanê dê federaliyê ji bo kurdan qebûl bike'
    PDK-S: Dê Pêşmergeyên Roj li demeke nêzîk derbasî Rojava bibin
    Alîgirên PYDê êrîşî nivîsgehên PDK-S û Yekîtiyê kir
    Asayîşê serkirdeyekî PDK-Sê berda
    Endamekî PDK-Sê di nav 'Hêzên Cewherî' de can da
    ENKS: PYDê bi xwe êrîşî nivîsgeha PDK-Sê ya Girgê Legê kiriye
    Etîketan:
    HSD, YPG, PDK-S, Elî Muslim, Tirkiye, Sûriye, El Bab
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de