08:03 24 Tebax 2017
Zindî
    Pasdarên Îranê

    3 kolberên Kurd li ser xaka Herêma Kurdistanê hatin kuştin

    © AP Photo/ Vahid Salemi
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3142

    Li gor medya Herêma Kurdistanê kolberên kurdên hemwelatiyên Îranê, di nav xaka Herêma Kurdistanê de rastî êrîşa pasdarên Îranê hatin.

    Hat ragihandin ku kolberên kurd li devera Dûpezê rastî êrîşa pasdaran hatine ku 3 kolber hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.

    Berpirsê PDKê yê li bajarokê Qeladizê Necet Hesen li ser bûyerê ji televîzyona K24 re ragihand, pasdarên Îranê êrîşî kolberên kurd kirine ku di wê bûyerê de hinek kolber hatine kuştin û hinek jî birîndar bûne.

    Hesen da zanîn, hinek ji birîndaran li nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê hatine razandin û bar û eşyayên kolberan jî ji aliyê hêzên Îranê ve hatine şewitandin.
    Kolberekî birîndar got, ‘Di wê êrîşê de herî kêm 3 kolber hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne. Heta niha 11 kolber jî wunda ne û nayê zanîn çi hatiye serê wan.'

    Devera Dûpeze dikeve navbera bajarokê Qeladizê yê Herêma Kurdistanê û bajarê Serdeştê yê kurdnişîn li Îranê.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê û bajarên Kurdan dengdana referanadûmê birêve diçe
    Balafirên Rûsyayê li cîhadîstan xist
    Li Wanê 17 kes bi tohmeta êrîşa rêveberên AK Partiyê hatin binçavkirin
    Pisûlayên dengan bi helîkopteran birin hin navendên bajarên kurdan
    Dengdana referandûma Tirkiyê birêve diçe
    Li Hewlêrê 80 kes ji ber xwarinê jehrî bûn
    Serokê AKPê ya navçeya Bêgir a Wanê rastî êrîşa çekdarî hat
    Etîketan:
    herêma Kurdistanê, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de