09:17 22 Gulan 2018
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Barzanî ji bo Enfalê: Baştirîn wefa pêşeroja azad û serbixwe ye

    © AP Photo / SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 41

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di 29emîn salvegera komkujiya bi navê Enfalê de ku ji aliyê deshilatdariya Sedam Hisên ve li ser kurdan hatibû kirin û nêzî 200 hezar kurd hatibûn kuştin, peyamek weşand. Barzanî di peyama xwe de ji bo qurbaniyan got, ‘Baştirîn wefa pêşerojeke azad û serbixwe ye.’

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî 14ê Nîsanê di 29emîn salvegera karesata Enfalê ragihand: "Baştirîn wefa ji bo xwîna şehîdên me dabînkirina pêşerojeke azad û serbixwe ye û ew yek tekane garantî ye ku careke din gelê me nekeve ber gefa dubarebûna wan tawanên ku derheqê me de hatin pêkanîn, û herwiha hemû pêkhate di jêr siya Ala Kurdistanê de bi biratî û aramî bijîn."

    ‘PÊWÎST E HEWLÊN JENOSÎD NASANDINA ENFALÊ BERDEWAM BIN'

    Barzanî di destpêka peyama xwe de serxweşî ji malbatên qurbaniyên karesata Enfalê re xwest û wiha domand: "Enfal rûpeleke şermezariyê ye li ser eniya dijminan û cîhanê. Birîneke bi êş e jî li ser laşê mirovayetiyê, bi taybetî jî ewên ku li beramber vê karesatê bêdengî hilbijartin. Pêwîst e hewlên bi cenosîd nasandina Enfalê li ser asta cîhanê berdewam bin û bigihin encamê. Em tekez jî dikin ku dewleta Iraqê berpirsiyar e li qerebûkirina kesûkarên serbilindên enfalkiriyan. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî divê berdewam be li ser hewlên xwe yên ji bo vegerandina termên pîrozên hemû şehîdên Enfalê ji bo axa niştiman û pêwîst e bi baştirîn awayî xizmeta malbatên şehîdên enfalan bê kirin."

    ‘NABE EV QURBANÎDAN BÊ ENCAM BE'

    Barzanî got: "Enfal û hemû tawanên ku li dijî xortên gelên me û xaka Kurdistanê hatine pêkanîn, belgeyên zindî ne ji bo rewatiya maf û daxwaziyên me û nabe ku ew hemû qurbanîdan bê encam be."

    HÊRÎ KÊM 182 HEZAR KURD DI QONAXÊN ENFALÊ DE HATIN KUŞTIN

    Hikûmeta Beas a Iraqê ya bi seroktiya Sedam Hisên di sala 1988an de, li ser kurdan bi navê Enfalê komkujiyek dabû destpêkirin ku di 8 qonaxên wê komkujiyê de herî kêm 182 hezar hemwelatiyên kurd hatin kuştin. Dîsa 5 hezar gundên Herêma Kurdistanê ku bi taybet ên devera Germiyanê û Kerkûkê bûn hatin wêrankirin.

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi salan e hewil dide ku di asta navnetewî de ‘Komkujiya Enfalê' wek jenosîd were nasandin.

    Bi heman mijarî:

    Li Tebqatê şerên dijwar: 15 DAIŞî hatin kuştin
    Lavrov bi hevkarê xwe yê Çînê re mijara Sûriyeyê axivî
    Hunermendê kurd bû namzetê serokkomariya Îranê
    Amerîka balafirên şer dişîne Ewropayê
    Li gorî anketa Adil Gur di referandûmê de 'Erê' di pêş de ye
    Nexşeya Kurdistanê di pirtûkên Rojava de çawa ye?
    Li Amedê mudaxaleya govendê: 7 kes hatin desteserkirin
    Peskov: Îdîayên me êrîşên sîberê pêk anîne derew in
    Etîketan:
    Herêma Kurdistanê, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de