09:11 26 Gulan 2018
Ala Kurdistanê

Herêma Kurdistanê: Yekdengî û yekrêzî mertala herî xurt a li dijî êrişan e

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Kurdistan
Lînkê kurt
0 30

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta 29emîn salvegera komkujiya Enfalê, peyamek belav kir û ragihand, êdî gelê Kurdistanê ne bi tenê ne û xwedî hevalbedên bi hêz in. Herwiha peyama yekitiyê hate dayîn û hate gotin mertala herî xurt a li dijî êrişan yekdengî û yekrêzî ye.

Herêma Kurdistanê bi mebesta 29emîn salvegera operasyona Enfalê ku ji aliyê rejîma Baasê li dijî gelê kurdê sivîl hate kirin, peyamek belav kir. Di peyamê de tê gotin ku hikûmeta Kurdistanê xizmetkirina malbatên Enfalkiriyan û qûrbaniyan wek wezîfeya xwe ya herî girîng dibîne û çi ji dest hatiye kiriye û dê bike jî.

‘PIŞTÎ ENFALÊ ENFALEK BI NAVÊ DAIŞÊ DEST PÊ KIR'

Di dewama daxuyaniyê de behsa êrişên DAIŞê ên bi ser Herêma Kurdistanê bêhtir jî yên bi ser kurdên êzidî ên li Şingalê tê kirin û tê gotin ku: "Piştî nemana jenosîda Efnalê, enfaleka din bi navê DAIŞa reş bi ser gelê Kurdistanê bi taybet Şingala ezîz û birayên me yên êzîdî de hat, lê bi mêrxasiya Pêşmerge û zarokên Şingalê û alîkariya hêzên hevpeyman ev jî şikest û rûreşî bû para wan."

‘MERTALA HERÎ BIHÊZ YEKDENGÎ Û YEKRÊZÎ YE'

Herwiha di peyamê de tê amajekirin ku gelê herêmê êdî ne bi tenê ye  û êdî rojên wê yên reş û tarî jî bi dawî bûne û ew niha xwedî hevalbendên bi hêz in.

Ji aliyê din ve bal tê kişandin ser girîngiya yekdengiyê û tê amajekirin ku baştirîn û bihêztirîn mertal li hember hemû cure êriş û komployan, yekrêzî û yekdengiya hemû partiyên Kurdistanî û gelên Kurdistanê ye.

Hêjayî gotinêye ku îro 14 Nîsanê û 29emîn salvegera operasyona Enfalê ye ku rêjîma Beasê ya Iraqê li dijî gelê kurdên li Herêma Kurdistanê pêk aniye. Di encama êrişê de derdora 182 hezar kurdên sivîl jiyana xwe ji dest da.



Bi heman mijarî:

Şandeyeke ji bajarê Helebceyê: Biryara alaya Kurdistanê, biryareke dîrokî ye
Rayedarê YNKê: Em rê nadin PKK hêza xwe li sînorê Helebceyê bicih bike
Mesûd Barzanî ji bo salvegera Komkujiya Helebceyê peyamek weşand
Rêxistineke Koreya Başûr li Helebceyê komeleyeke perwerdehiyê ava dike
Pilingekî kêmpeyda li çiyayê Helebceyê hat dîtin
Etîketan:
rejîma baas, qurbaniyên enfalê, herêma kurdistanê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de