10:16 20 Çile 2018
Zindî
    Dolar

    Li Silêmaniyê dizê 130 hezar dolaran hatin girtin

    © AFP 2018/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 31

    Li bajarê Silêmaniya Herêma Kurdistanê du kes ji dikana pereguhertinê bi qasî 130 hezar dolar pere dizîn lê piştre hatin girtin.

    Li gorî agahiyên berdest li Silêmaniyê 2 kes li dikanek li nav bazarê de 130 hezar dolar pere dizîne.

    Derbarê bûyerê de Berdevkê Polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed daxuyaniyek belav kir û bûyerê piştrast kir û wan ji bo dîtina sûcdaran komîteyek ava kirine. Di encama xebatên polêsan de sûcdar di nava 72 saetan de hatine zeftkirin û desteserkirin.

    Ehmed got: "Kesên tohmetbar bi esil tirk in û li pêşberî dadgehê jî îtîraf bi tawana xwe kirine."

    Etîketan:
    silêmanî, dizî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de