03:12 26 Gulan 2018
Helepçe

Xwepêşandanên bibîranîna enfalkiriyan li Germiyanê didome

© Sputnik / Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
0 30

Merasim û xwepêşandanên bibîranîna salvegera jenosîda Enfalê ya sala 29ê li devera Germiyan ya Herêma Kurdistanê dest pê kir.

Di salvegera komkujî û jenosîda Enfalê ye de li devera Germiyanê bernameyên bîranînê tên çêkirin. Wek tê zanîn di operasyona Enfalê de dora 182 hezar kurdên sivîl û mahsûm hatibûn qetilkirin û bêserûşûnkirin. Îro ji sibehê de li gundê Dêbne li navçeya Rizgarî ya Germiyanê, merasima bibîranîna enfalkiriyan berdewam dike ku di vê merasimê de Wezîrê Şehîd û Enfalkiriyan yê Herêma Kurdistanê jî di nav de gelek berpirsên hikûmetê û dezgehên siyasî cih girtin.

Merasimên bibîranîna Enfalê her sal li ciheke cida tê pêk anîn. Merasîmên sala par li Çemçemalê bû tê pêşbinîkirin ku sala pêşiya me jî li devera Barzanê bê lidarxistin. Her wiha merasîmek ya bîranîna kurbaniyên Enfalê li Tobzawa ya Kerkûkê jî tê pêkanîn.

 

Bi heman mijarî:

Parlamentoya Iraqê Roja Enfalê weke Roja Niştimanî ya Iraqê ragihand
Yildirim:'Divê Tirkiye Enfalê wekî jenosîd binase'
Komkujiya Enfalê beşa yekem
Etîketan:
Wezareta Şehîdên Enfalê, Germiyan, Silemaniye, Kerkûk
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de