13:23 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    Parlementerê PDKê Kerîm: Wê referanduma serxwebûnê di îlonê de bê lidarxistin

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1841

    Parlementerê PDKê ê li parlementoya Iraqê Dr. Erdelan Kerîm diyar kir ku wê referanduma serxwebûnê a ya ku demeke dirêje tê taloqkirin, di meha îlonê de bê lidarxistin.

    Parlemeter Dr. Erdelan Nureddin derbarê dem û şiklê referanduma serxwebûnê de axivî.

    ‘ŞANDEYA KURD, JI BEXDAYÊ RE DÎROKA REFERANDUMÊ EŞKERE KIR'

    Nureddîn diyar kir ku şandeya Herêma Kurdistanê hefteya din li gel rayedarên hikumeta Bexdayê re hefdîtinek pêk anî û wiha pê de çû: "Tê payîn ku referandum li gel hilbijartinên parlementeran di meha îlonê de bê lidarxistin. Şandeya Herêma Kurdistanê derbarê vê yekê de agahî da hikumeta Bexdayê.'

    Ji aliyê din ve PDK û YNK îor civînek li dar xistin û amaje kirin ku wê şandeya duyem bişînin Bexdayê da ku bi partiyên siyasî ên iraqî re referandumê gotûbêj bikin.

    ŞANDEYA YEKEM A HERÊMA KURDISTANÊ LI GEL EBADÎ CIVIYANS

    Şandeya Herêma Kurdistanê a ku ji Berpirsê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, Endamê Polîtburoya YNKê Ednan Muftî û Serokê Dîwana Herêma Kurdistanê Fuad Hisên  hefteya borî çûn Bexdayê û li gel Serokkomarê Iraqê  Fuad Masûm, Serokwezîr Heyder Ebadî û SErokê Parlementoyê Selim el Cibûrî  hevdîtinek pêk anîn.

    Bi heman mijarî:

    Sekreterê PSDKê Mehmûd: Em li gel serxwebûnê ne
    'Aşûrî, Keldanî, Kakayî, Êzidî û Medaîyan piştgirî da referandûma serxwebûnê'
    Elî Bapîr: Beriya referandûma serxwebûnê divê parlamento were xebitandin
    Berdevkê PDKê: Amadekariyên referandûma serxwebûnê tên kirin
    ‘Du peyamên referandûma serxwebûnê hene; yek ji bo cîhanê, ya dî ji bo kurdan e’
    Etîketan:
    serxwebûn, ynk, pdk, erdelan kerîm
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de