09:07 17 Tebax 2017
Zindî
    Alaya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK

    Kosret Resûl bi pêşmergeyên dêrîn re civiya

    © Foto: wikimedia
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7110

    Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê, Kosret Resûl Elî ji pêşmergeyên dêrîn ên bi ser YNKê re ragihand ku wê ji bo çareserkirina pirsgirêkên YNKê gavên cidî bavêjin.

    Ofîsa medyayî ya Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Kosret Resûl Elî îro di daxuyaniyek belav kir û tê de got îro Kosret Resûl û pêşmergeyên dêrî civînek pêk anîne û wiha hate gotin: "Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê ji amadebûyan re behsa rewşa niha ya siyasî ya Kurdistanê û deverên û tevahiya hewlên ji bo çareserkirina arîşe û pirsgirêkên navxweyî kir. Di vê bareyê de, ew piştrast kirin, ku pêgavên ji bo çareserkirina arîşeyan hatine avêtin, ciddî ne".

    'PÊWISTÎ BI YEKDENGIYÊ RE HEYE'

    Kosret Resûl herwiha gotiye: "Pêwîstiya me bi çêkirina yekrêzî û yekdengiyê di nava refên YNKê û tevahiya hêzên siyasî yên Kurdistanê de heye, bi şêweyekê ku li gorî asta pêşhat û guhertinên deverê be".

    Bi heman mijarî:

    Kosret Resûl: Berdêla bilindkirina ala Kurdistanê Pêşmerge bi xwîna xwe daye
    Kosret Resûl: Erdogan şaş e, PKK û DAIŞ ne wekî hev in
    Kosret Resûl: Em piştgiriyê didin peyama Barzanî
    Kosret Resûl: Li Kerkûkê metirsiya DAIŞê ji holê rabû
    Etîketan:
    ynk, gavên cidî, pêşmergeyên dêrîn, KOSRET RESÛL ELÎ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de