12:21 19 Tebax 2017
Zindî
    Celal Talabanî YNK

    Komîsyona Disîplînê yê YNKê gelek berpirsên xwe sizadan kirin

    © AFP 2017/ Tolga Bozoğlu
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Komîsyona Disîplînê ya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK), hinek berpirs û endamên partiya xwe sizadan kir. Lahûr Talabanî û Şanaz Îbrahîm Ehmed jî di nav wan kesên ku têne sizadan in.

    Li gorî nûçeya Rûdawê Komîsyona Cîbicîkirina Dîsîplînê ya YNKê roja 8ê Nîsana 2017ê, di bin serokatiya Kosret Resûl de civiya. Di civînê de endamên komîsyonê Hêro Îbrahîm Ehmed, Mele Bextiyar, Hakim Qadir, Ednan Muftî, Omer Fetah û Pavel Telabanî jî amade bûn. Mijara civînê gotûbêjkirina pirsgirêkên navxwe yên YNKê û ji biryara cezakirina çend berpirsiyarên partiyê bûne. Li gorî nûçeya Rûdawê berpirsên ku derbarê wan de biryara cezakirinê derketine ev in; Adil Mûrad, Şanaz Îbrahîm Ehmed, Lahûr Talabanî û Sîrwan Kwêxe Necim. Rûdawê di nûçeya xwe de cih dide beyanatên Sîrwan Kwêxe Necimî ku kesên hatine sizadan dê bê bersiv nemînin.

    Lahûr Talabanî Serokê Ajansa Zanyarî û Parastinê ye, Şanaz Îbrahîm Ehmed xwîşka hevjîna Celal Talabanî, Hêro xanimê ye. Her wiha Adil Mûrad Sekreterê Komîteya Navenda YNKê ye.

    Bi heman mijarî:

    'YNK dixwaze kongreya 4an saz bike, lê kesek newêre bibe namzed'
    Sibê PDK û YNK mijara referanduma Kurdistanê dicive
    YNK: ‘Kerkûk bajarê Mam Celal e'
    YNK û PDKê ji bo referandûmê li hev kir: Serxwebûn mafê kurdan e
    YNK û PDK ji bo gotûbêjkirina serxwebûn û alaya Kurdistanê civiyan
    PDK û YNK bi serpereştiya Mesûd Barzanî li hev dicivin
    Berpirsekî YNKê: Ji bo xizmeta welat pêwîst e YNK û PDK li hev bikin
    Etîketan:
    YNK, Celal Talabanî, Şanaz Îbrahîm Ehmed, Lahûr Talabanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de