22:34 23 Tebax 2017
Zindî
    Sedam Hisên

    Li Herêma Kurdistanê îro ji ber çûna Sedam Hisên bêhnvedana fermî ye

    © REUTERS/ Nuhad Hussin
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2411

    9ê Nîsanê roja hilweşîna deshilatiya Sedam Hisên li Herêma Kurdistanê bi bêhnvedana fermî tê pêşwazîkirin. 14 sal berê rejîma Beas a Iraqê ku bi seroktiya Sedam Husên bû, ji aliyê hêzên hevpeymanan ku Amerîkayê pêşengiya wê kir ve hat hilweşandin.

    Roja 9ê Nîsanê li Herêma Kurdistanê ji ber rûxana deshilatdariya Sedam Hisên ku gelek zilm li Kurdan kiribû, wek rojeke bêhnvedanê li dam û dezgehên fermî tê pêşwazîkirin.

    9Ê NÎSANÊ BEXDA JI DESTÊ BEAS HATIBÛ DERXISTIN Û PEYKERÊ SEDAM HATIBÛ ŞIKANDIN

    Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yên bi pêşengiya Amerîkayê roja 3 Nîsana 2003an operasyonek li ser Bexdayê dabû destpêkirin û 9 Nîsanê jî paytexta Iraqê bi tevahî ji destê rejîma Beas hatibû derxistin. Herwiha heman rojê peykerê Sedam Hisên ê li meydana Fîrdews hatibû şikandin û hilweşîna rêveberiya berê ya Iraqê hatibû ragihandin.

    Rêjîma Beasî ya Iraqê ji sala 1968an heta 1991ê li Herêma Kurdistanê karesatên mîna Enfal û kîmyabarana Helebceyê li ser Kurdan pêk anî û ji bilî kuştina sed hezaran kurdan wêrankariyeke mezin li bajarên kurdan pêk anîbû.

    SEDAM HUSÊN 6Ê BERFANBARA 2006AN HAT ÎDAMKIRIN

    Sedam Hisên ê serokê Beasa Iraqê, roja 6ê Berfanbara 2003yan di nav kunekî de li derdora bajarê Tikrîtê hat girtin. Roja 5ê Mijdara 2006an jî dadgehê fermana darvekirina wî da û li 6ê Berfanbara 2006an hat îdamkirin.

    Bi heman mijarî:

    Koroya Artêşa Sor a Rûsyayê li Stenbol konserek da
    Li Misirê teqîneke din rû da
    Rûsyayê Amerîka bi sabotekirina hevdîtinên aştiya Sûriyê tawanbar kir
    Çavuşoglu: Em ne welatek wisa ne ku di navbera Rûsya û DYA de bimînin
    Li Reqqayê 5 zarok û 4 jinên êzidî hatin rizgarkirin
    Li Kilîseyeke bajarê Tanta yê Misrê teqîn
    Piştî Swêd li Norwecê jî alarma terorê
    'YNK dixwaze kongreya 4an saz bike, lê kesek newêre bibe namzed'
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de