12:51 20 Tebax 2017
Zindî
    Êzidî

    Li Reqqayê 5 zarok û 4 jinên êzidî hatin rizgarkirin

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3461

    Hat ragihandin ku li bajarê Reqqayê yê Sûriyê 5 zarok û 4 jinên kurdên êzidî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.

    Li gor nûçeya Rûdawê ku dispêre Rêveberê Nivîsîngeha Rizgarkirina Kurdên Êzidî Husên Qaîdî, li demjimêr 10:30ê şeva Şemiyê 9 kurdên êzidî hatine rizgarkirin ku 5 ji wan zarok û 4 jî jin in

    Qaîdî da zanîn, "Ev 10 roj in em bi berdewamî hewla rizgarkirina van kesan didin. Ev zarok û jinên kurdên êzidî li bajarê Reqqa ya Sûriyê hatine rizgarkirin. Niha li cihekî aram û bi ewle ne."

    Tê çaverêkirin 9 kurdên êzidû ku hatine rizgarkirin îro Yekşemê bigihin bajarê Duhokê yê Herêma Kurdistanê.

    Li gor amaran, ji 5 hezar Kurdên êzidî ku DAIŞê di êrîşa Tebaxa 2014an a ser Şingalê de revandibûn, heta niha bi qasî 3 hezar kesan ji wan ji destê DAIŞê rizgar bûne.

    Bi heman mijarî:

    Mualim: Bi şertê ku xwe parçeyekî Sûriyê bibînin em dikarin bi Kurdan re rûnin
    Ji Trump bo Kongresê: Em li Sûriyê ji bo çalakiyên din ên leşkerî amade ne
    Pisporê Rûsî: Enqereya ku DYA ji bo Kurdan rexne dikir, piştgiriya Washingtonê dike
    ‘Baştirîn çareserî referandûm e’
    Artêşa Iraqê: 512 milîtanên DAIŞê hatin kuştin
    Sibê PDK û YNK mijara referanduma Kurdistanê dicive
    Etîketan:
    Reqqa, Herêma Kurdistanê, Iraq, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de