07:53 24 Tebax 2017
Zindî
    Celal Talabanî YNK

    'YNK dixwaze kongreya 4an saz bike, lê kesek newêre bibe namzed'

    © AFP 2017/ Tolga Bozoğlu
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7821

    Yêkitiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) dixwaze di nav sala 2017an de kongreya xwe ya çaremîn li dar bixe, lê ji ber ku hîn serokê damezirînêrê YNKê Celal Talabanî sax e, ti kes xwe nade ber namzediyê.

    Endamê rêveberiya YNKê Saman Germiyanî ragihand ku YNK xwe amade dike çaremîn kongreya xwe encam bide, lê ji ber şerê DAIŞê hîn dema kongreyê nehatiye destnîşankirin.

    Li gor nûçeya BasNewsê Saman Germiyanî got, ‘Heta Mam Celal sax be dê sekreterê giştî yê YNKê be. Ji ber ku heta ew hebe ti kes nawêre xwe bide ber barê sekretertiyê.'

    Yektiya Niştimanî ya Kurdistanê 1ê Hezîrana 1976an ji aliyê Celal Talebanî ve hatiye damezirandin û ji wê demê ve heta niha tenê 3 caran kongre li dar xistiye. Sêyemîn kongreya YNKê di sala 2010an de hatibû sazkirin.

    Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî, zivistana sala 2012an nexweş ket û piştî demek dirêj a tedawiya li Almanyayê vegeriyabû Herêma Kurdistanê.

    Bi heman mijarî:

    Balona geştiyaran ket: 1 mirî 20 birîndar
    Mualim: Bi şertê ku xwe parçeyekî Sûriyê bibînin em dikarin bi Kurdan re rûnin
    Ji Trump bo Kongresê: Em li Sûriyê ji bo çalakiyên din ên leşkerî amade ne
    Pisporê Rûsî: Enqereya ku DYA ji bo Kurdan rexne dikir, piştgiriya Washingtonê dike
    ‘Baştirîn çareserî referandûm e’
    Artêşa Iraqê: 512 milîtanên DAIŞê hatin kuştin
    Li navçeya Şêrvan a Sêrtê teqîn: Zarokek hat kuştin û yek jî birîndar bû
    Etîketan:
    Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de