20:12 17 Tebax 2017
Zindî
    Herêma Kurdistanê Pêşmerge

    ‘Baştirîn çareserî referandûm e’

    © AFP 2017/ JEAN-MARC MOJON
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5103

    Nîqaş û nirxandinên li ser referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê berdewam dikin. Li gor pispor û şîrovekarên Herêma Kurdistanê êdî baweriya jiyanê bi Iraqê re nema ye û tê çaverêkirin xelkê Herêma Kurdistanê bi rêjeyeke mezin dengê erê bide referandûmê.

    Li gor nûçeya KDP.infoyê şirovekarê siyasî Mueyid Teyib diyar kir, "Ti baweriya me bi jiyana di çarçovya Iraqê de tune ye, ji ber ku ti guhertinek bi ser hizniyeta deselatên Iraqê ve nehatiye, lewma jî baştirîn çareserî referandum e."

    ‘DIVÊ REFERANDÛM TENÊ LI SER SERXWEBÛNÊ BE'

    Teyib nîqaşên li ser referandûmê wiha nirxand: "Her rêkeftinek ligel Bexdayê bê kirin dê bê sûd be û tenê riya serxwebûnê li pêşiya me maye û bi referandumê dê ji hemû cîhanê re piştrast bibe ku serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê daxwaza xelkê cîbicî dike, lewma jî lidarxistina referandumê pir girîng e û divê ew referandum jî tenê ji bo serxwebûnê be û ti aliyekî siyasî nebe rêgir li pêşiya referandumê."

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Iraqê: 512 milîtanên DAIŞê hatin kuştin
    Li navçeya Şêrvan a Sêrtê teqîn: Zarokek hat kuştin û yek jî birîndar bû
    Slutskiy: Nehatina Johnson bandorê li têkiliyên Moskow û Londrayê nake
    Sibê PDK û YNK mijara referanduma Kurdistanê dicive
    Lavrov û Tillerson êrişa Amerîka ya Şayratê axivîn
    Etîketan:
    Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de