12:00 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Kerkûk

    YNK: ‘Kerkûk bajarê Mam Celal e'

    © AFP 2017/ Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4740

    Parlamenterên YNKê yên Parlamentoya Iraqê bi armanca piştigiriyê bidin biryara Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê serdana bajarê Kerkûkê kirin. Seroka Koma YNKê Ala Talabanî daxwaz kir ku bêyî qeyd û merc pêwîstiyên destûrê werin bicîhkirin, hilbijartin were kirin û navçeya Hewîceyê ji DAIŞê bê rizgarkirin.

    Parlamenterên Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) yên Parlamentoya Iraqê çûn Kerkûkê û ligel Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê civiyan.

    Piştî civînê Seroka Koma YNKê Ala Talabanî civînek çapamenî li dar xist û got; "Kerkûk bajarê cenabê Mam Celal e ku gelek kêfa wî ji bajêr re tê. Kerkûkî jî bi hemû pêkhateyên xwe ve ji Mam Celal hez dikin. Herdem behsa nêrînên wî yên derbarê Kerkûkê de dikin û em jî xwendekar û şagirtên Mam Celal in."

    "EM GUH NADIN GEFAN"

    Talabanî armanca serdana şanda xwe ya ji bo Kerkûkê eşkere kir û wiha pê de çû: "Armanca hatina wan ew e ku peyamek bidin gelê Kerkûkê. Ne giring e ew ên derveyî sînoran çi dibêjin, yan jî gefan dixwin. Hinek ji hevbeşên me naxwazin li vî bajarî bihevre jiyan hebe. Em guh nadin wan, guh didin kerkûkiyan."

    Seroka Koma YNKê daxwaza bilez azadkirina navçeya Hewîceyê ji destê DAIŞê kir û got; "Divê Hewce demek ji ya din zûtir ji destê terorîstan bê rizgarkirin. Peyama me cîbicîkirina destûr e. ji ber ku çareserî di destûrê de ye. Nabe hinek xal bên pêkanîn û hinek jî neyên pêkanîn. Divê bêyî qeyd û merc, weke hemû parêzgehan li Kerkûkê jî hilbijartin werin kirin."

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê AKPyî Mîroglu: Ji berê de mafê kurdan li Kerkûkê heye
    Muftî: Tenê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dikare biryara alayê bide
    Sekreterê PSDKê: Bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê berhemê xwîna Pêşmerge ye
    Erdogan bo biryara Kerkûkê: Navê vê lîstina bi agir e
    Ebadî bangewaziya parastina yekîtiya Kerkûkê kir
    Tirkiye: Biryara referandûmê ya Kerkûkê ne rewa ye
    Etîketan:
    YNK, piştgirî, referandûm, serdan, Ala Talabanî, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de