11:56 27 Nîsan 2018
    Kampa Beka ya li Urdunê

    Psîkologa kurd Berîvan Zînzal çavderiyên xwe yên di Kampa êzîdîyên Duhokê par kirin

    © REUTERS / Mohamed Azakir
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 40

    Bêrîvan Zînzala psikolog ku 12 rojan li wargeha penaberên kurdên êzîdî maye, rewşa derûnî û civakî ya jin û zarokên di kampan de çavderî kirin.Psîkologa kurd rewşa jin û zarokên ku ji ber DAIŞê jiyanên wan hatine parçekirin ji bo Sputnik Kurdistanê nirxand.

    Nûçeya Taybet

    Berîvan Zînzal dibêje eger pişgiriya civakî li ser van jin û zarokan nebe pêşeroja civakî jî di nav xetereyek giran de ye.

    Bi sedan jin, mêr, ciwan, pîr û zarokên kurdên êzîdî ku sala 2014-ê bûn dîl ji ber terorîstên DAIŞê bi mehan li çiyayan man, hinekên ji wan sînor derbas kirin. Ji bo wan li herêmên di bin destê hêzên kurdan de ji bo wan konbajar hatin avakirin. wergehê kurdên êzîdî ya li Dihokê jî yek ji wan wargehan e. Li wargeha ku 17 hezar kes lê dijîn, bi sedan jin û zarokên rastî êrîş, destdirêjahî û tecawiza DAIŞE hatine vê gavê hewla jiyanê didin. Bêrîvan Zînzala ku li ser klînîk psîkolojiyê doktora û lîsansa xwe ya bilind kiriye, ji Nisêbîna Mêrdînê ye. Li Dihokê serdana jin û zarokên kurdên Êzîdî kir û li kampa Dihokê 12 roj man. Wê xebat û çavdêriyên xwe bi Sputnikê re parve kirin. Berîvan Zînzal wiha dibêje: "Rojekê vîdeoyek ji min re hat û min biryara çûyînê da. Di vîdeoyê de serpêhatiya zarokekî 2.5 salî hebû ku li kampên Daişê mabû û hatibû perwerdekirin. Tevgerên vî zarokî êrîşkar bûn û ji aliyê psîkolojîk ve gelekî xirab bû. Divê ew zarok teqez ji aliyê pisporan ve bihata tedavîkirin. Rewşa wî pir cidî bû. Şandin ku ez nirxandinekê li ser bikim. Min hew îdare kir û min xwest ku bixwe herim û bibînim. Bi vî awayî min biryara çûyînê da. Dixwazim herim heta Afrîqayê jî, Çanakkale jî, Parîs jî, ji ber ku jiyan bi zarokan tê guhertin. Ez timî dibêjim jiyana azad bi jin û zarokan ve girêdayî ye.

    Berîvan Zînzal Psikologa kurd ku li Kampa êzîdiyan lêkolîn kirine
    © Foto : Berivan Zînzal
    Berîvan Zînzal Psikologa kurd ku li Kampa êzîdiyan lêkolîn kirine

    KONBAJAR JI JIN Û ZAROKAN PÊK TÊ

    Zînzalê çavderiyên xwe yên li Kampê wiha vedibêje:" Wargeha Dihokê wargehek pir mezin e û ji 17 hezar kesan pêk tê. Piraniya wan ji destê DAIŞê reviyabûn. Gava ez gihîştim kampê, wan pêşî ez qebûl nekirim. Sar bûn û xwe ji min didan alî. Paşê hîn bûm ku ji ber kesên ji Ewropayê tên, du-sê rojan dimînin paşê ‘qaşo' digirîn û vedigerin, aciz in. Bertek û reaksiyona wan ji wan kesan re bûye. Piştî du rojan min dît ku êdî baweriya xwe bi min tînin. Wan ez hewandim nav civata xwe. Ji bo Îmad çûbûm, lê min paşê dît ku di nav wan de zarokên xerabtir jî di hene. Bi taybetî zarokên keç û jin. Ji ber ku kamp biçûk bû û qedera herkesî wekî hev bû, wekî malbatekê bûn. Di wextekê de xwarin dihate amadekirin, di wextekê de dihate xwarin."

    DAIŞ ZAROKAN PERWERDE KIRIYE

    Derbarê derûnî û jiyana zarokan de jî wiha dibêje:"Gelek zarokên li kampê, berê ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin û DAIŞê ew perwerde kiribûn. Ji ber vê yekê jî, ew hê jî di bin bandora wê perwerdehiyê de bûn. Vê yekê bandor li têkiliyên wan û malbat û hevalên wan dikir. Mesela hinek zarok; li dikana pêlîstokan cara yekê destê xwe dirêjî sîlehê kiribûn. Pêlîstokeke din nedixwestin.Porê diya xwe dikişandin û digotin: ‘guneh e!' Gava ez bi dayîka wan re peyivîm û min got DAIŞ, kurik êrîşî porê min kir û got: "Ew der ne DAIŞ e, Dewlet ûl Îslam e. Mesela zarokek hebû. Li ber çavên wî zarokê 11 salî gelek caran êsîr hatine kuştin, serê wan hatine jêkirin. Li gorî wî çawa ku ev lîstik be. Gelek caran xwestiye konê lê dimîne bişewitîne. Piraniya zarokên li wir, zarokên keçîn jî tê de, li dijî jinan gelekî bi dijwarî tevdigeriyan."

    ‘ZAROKÊN KURD BI EREBÎ DIPEYIVIN'

    Zînzalê wiha berdewam dike:" Piraniya zarokan bi kurdî nizanin. Dayîkên wan jî bi erebî nizanin. DAIŞ erebî fêrî wan kiriye. Zarokên ku kurdiya xwe ji bîr kirine hene. Zarok hene temenê wan biçûk in û bi tenê bi erebî dizanin. Gava temaşeyî xêzefîlman dikin, televizyonên ereban vedikin. Bi tenê ji wî zimanî fêhm dikin. mixabin zarok di navbera xwe de bi zimanê erebî diaxivin. Ev bi tena serê xwe trajediyek e."

    ‘GELEK JINÊN DI KAMPAN DE RASTÎ DESTDIRÊJÎ Û TECAWIZAN HATINE'

    Psikolog Berîvan Zînzal ji bo rewşa jinan jî dibêje:"Piraniya jinên ku li kampan mane yan rastî destdirêjahî û tecawiza giştî hatine, yan jî li ber çavên wan tecawizê zarokên wan kirine û hatine revandin. Ji ber ku rastî tecawiza giştî hatine, nexweşiyên jinan pir zêde ne. Gava zarok anîne, kêl avêtine zikên wan. Ev kêl vebûne! Ji ber tecawizan jinên me hebûn ku bi xwe ve dikirin! Loma jî binê xwe girê didan. Ez behsa bûyerekê bikim ku min bi çavên serê xwe dît. Di wextekî nanxwarinê de, ji konekî qêrînek bilind bû. Paşê gelek caran rastî vê yekê hatim, lê cara yekem pir di bandora wê de mabûm. Gava çûm wî konî, min dît ku jin kom bûne û digirîn. Ev merasîmeke girînê bû. Paşê hîn bûm ku keçeke 11 salî heye. Li ber çavên dayika wê 3 kesan tecawizê keça wê kirine. Paşê hatibû zewicandin û şandibûn Reqayê. 3 meh paşê ew şandibûn cem dayîka wê. Paşê şandibûn Mûsilê. Gava anîne cem dayîka wê, kesekî din tecawizê wê kiriye û dayik her digiriya û digot: "Qîza min hê nizanibû serê xwe bişûşta. Min qîza xwe dişûşt. Ezê niha çawa keça xwe rizgar bikim, ezê çawa careke din bi destê wê bigirim. Ew ji destê DAIŞê reviyabû, lê ji ber ku keça xwe di destê wan de hiştibû, ji ber ku nikaribû bibe asteng, herdem êşa xwe dianî ziman. Herdem bi krîza girînê diket. Dilerizî, xayîs dibû û ji xwe diçû."

    Zînzal wiha dibêje:"Gelek kes hebûn piştî bûyerên wiha bibûn nexweşê epîlepsiyê. Mixabin ew jin jî wekî gelek jinan, ji ber ku rastî tecawiza komî bibû, bi xwe ve dikir. Problemên wê yên mezin hebûn. 37 salî bû. 3 zarokên wê hene. Yek ji wan li ba wê ye, 2 di destê DAIŞê de ne. yek ji wan kur e. Ji roja destpêkê heta niha haya wê jê tune ye. Herçî keça wê ye, li ber çavê wê tecawizê wê kirine. Dayikê xwe sûcdar dikir. Digot: "Xwestin min bizewicînin, lê ez li dijî vê yekê derketim. Ji ber ku kesê dixwest bi min re bizewice, zarokên min nedixwest. Loma min zewac ê red kir. Ji ber ku min nexwest wan min bi vê yekê ceza kirin. Min dikaribû xwe feda bikira. Çimkî min nizanibû evê bibe. Tim digot: ‘sebebê vê yekê ez im' û xwe efû nedikir. Girîna wê ji ber vê yekê bû. hema bibêje ji du rojan carekê wisa digiriya, hey digiriya. Gelek jin hebûn ku piştî van xerabiyan xwestibûn xwe bikujin. Li wir zendên gelek jinan jêkirîbûn. Dîsa jî zarokan wan dihişt ku bijîn. Gelek jin hebûn ku digotin: "Ne ji zarokên min bûye, minê xwe bikuşta."

    ‘JI ALIYÊ PSÎKOLOJÎK VE TRAVMAYÊN MEZIN DIJÎN'

    Zînzalê her wiha dibêje:"Ji aliyê psîkolojîk ve ev tiştên ku têne jiyankirin travmayên mezin in. Mesela min gelek caran dît ku rewşa hestên wan pir xerab e û ne li hev e. Te dêhna xwe didayê demekê pir baş in, civiyane nan çêdikin, çawa ku tiştek nebûye. Saetek paşê te dîdît ku li hev civiyane û digirîn. Piştî demekê tevî êş û janên xwe rûbirû dimînin. Li ser vê yekê jî têk diçin, dikevin. Her rûbirûbûn bi xwe re têkçûnekê jî tîne. Ranazên, problemên wan ên xewê hene. Gelek caran kabûsan dibînin."

    HEWCEDARIYA ZAROKAN BI HEZKIRINÊ HEYE

    Çavderiya psikologa jin a kurd Berîvan Zînzal ew e ku herî zêde zarok pêdiviya wan bi heskirinê heye. Nêzîkî min nebûn. Ji ber ku ji bo zarokekî çûbûm, mînaka xwe li ser wî bidim. Wî zarokî di destpêkê de tevli yarî û leyistikên me nedibû. Em bi yên din re diciviyan, me stran digotin. Min tiyatro nîşanî wan dida û herfên latînî fêrî wan dikir. Gelekî kêfa wan dihat. Çend roj paşê min dît ku wî zarokî ji dûr ve, ji quncikan serê xwe derdixe û temaşeyî me dike. Dixwaze were cem me. Lê gava ez gazî dikim, şerm dike, dîsa direve diçe. Rojekê ji telefona xwe min temaşeyî vîdeoyekê dikir. Min dît ew zarok hate cem min. Min xwe li nezanîn û nedîtinê danî. Çawa ku haya min jê tuneye. Li telefonê dinêre, li min dinêre. Min dîsa guh nedayê. Ji nişkave rûyê min maçî kir û reviya. Ev tişta ku wî zarokî kir, bû sedem ku wê gavê bigirîm. Min got: ‘Min kar kir, bi ser ketim! "
    Zînzalê serpêhatiyek xwe wiha dibêje:"Jinek hebû. Gava diaxivî serê xwe qet ranedikir. Li rûyê min mêze nedikir. Herdem bi destê xwe bilî dibû. Dilerizî. Herdû zendên wê jinê jî jêbibûn. Gava min digot: "Canê tu çima li rûyê min nanêrî?" Digot: "Ma namûs û şerefa min maye ku li rûyê te binêrim?" Ew jin 12 roj paşê guherî. Sedema vê yekê hezkirin bû."

    HEKE DI DILÊ WE DE HINEK HEZKIRIN Û WÎCDAN HEBE BIDIN RÊ

    Berîvan Zinzal ku di heman demî de ew bi xwe jî dayika 2 zarokan e dibêje:" Ez bi nasnameya xwe ya dayîkê, bi nasnameya xwe ya kurd çûm Dihokê. Gava çûm fikra min li ser zarokên min bû. Min digot ezê pir bêriya wan bikim. Ji malê bi girî derketim. Çend roj paşê min dît ku min qet bêriya zarokên xwe nekiriye. Tew min telefonê wan jî nedikir! Çimkî min şerm kir. Zikê wan têr bû û cihekî wan ê razanê hebû. Ne tazî, ne jî birçî bûn. Min ew zarok wekî zarokên xwe dîtibû. Gava em wan zarokan bi qedera wan re rûbirû bihêlin, dibe ku em careke din rastî bûyereke DAIŞê werin. Beriya ku ev zarok mezin û balix bibin, divê em hewl bidin. Ji vir bangawaziyeke min ji seranserê dinyayê re heye. Ji bo em bi wan re têkilî deynin, hewce nake em bi zimanê wan bizanibin. Heke hûn bi zimanê yarî û leyistikê bizanibin, heke hûn bi dilsozî û hezkirin bikaribin li nava çavên wan binêrin, hûn li ku dera dinyayê jî bin, werin! Hewcedariya wan zarokan bi kenekî heye, bi gotineke dilsozî heye. Bawer bikin heke em dest û mil bidin hev, emê bikaribin vê pêvajoyê xurtir bikin. Ezê difikirim her meh 10 rojan li wir bimînim. Zarok û jin in ku dinyayê diguherînin. Nabe em rûyê xwe ji wan bidin alî. Li holê komkujiyeke mezin heye. Heke di dilê we de hinek hezkirin û wîcdan hebe, heke hûn bixwazin hinekî biguherînin, ji kerema xwe bidin rê û herin cem wan. Pêlîstokan nebin, hezkirina xwe bibin ji wan re! Ev hezkirin û dilovanî wê wan gelekî zû veguherîne. Nasnameyên xwe deynin aliyekê û herin. Ji bîr nekin; tişta ku dinyayê veguherîne, hezkirin "

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrê tirk: Ez li pêvajoya kampa Başîkayê bi Ebadî re axivîm
    Ji Kampa Domiz a Dihokê 6 hezar koçber derbasî Ewropayê bûn
    Barzanî: Kampa Başîkayê wê bo perwerdehiya artêşa Iraqê bê bikaranîn
    Zarokên kampa 'Xazir' ji Spûtnîkê re xeyalên xwe vegotin
    Li dijî kampa penaberan a li Urdinê êriş: Herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
    Amerîka: "Di êrişa li dijî kampa El Qaîdeyê de zêdetirî 100 milîtanî hatin kuştin"
    Li dijî kampa leşkerî ya Maliyê êrişa bombeyî: 60 kuştî û 115 birîndar
    Hêzên Hewayî ya Nijeryayê bi şaşî li kampa koçberan xist: 100an zêdetir mirî
    'Dê hêzên li kampa Başîkayê hatine perwerdekirin li Mûsilê werin bicîkirin'
    Pentagon: Hêza taybet li Deyr ez-Zorê bi ser kampa DAIŞê de girt
    Rewşa aloz ya siyasî li kampa êzidiyan jî da
    Etîketan:
    DAIŞ, Berîvan Zînzal, Duhok, Şengal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de