22:44 22 Çile 2018
Zindî
    Herêma Kurdistanê - Alaya Kurdistanê Keçên Kurd

    Yekgirtû: Serxwebûn mafê gelê Kurd e

    © AFP 2018/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Partiya Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê ragihand ku serxwebûn mafê gelê Kurd e û pêwîst e hemû aliyên siyasî dest bi amadekariyên referandûmê bikin.

    Partiya Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê li ser refrandûmê û bilindkirina alaya Kurdistanê li ser dezgehên fermî li Parêzgeha Kerkûkê, civînek li dar xist.

    Di civîna ku 2yê Nîsanê bi Serokatiya Sekreterê Giştî yê Partiya Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) Selahedîn Baheadîn hat lidarxistin de, wek mafekî destûrî piştgirî bo biryara hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê hat dayîn.

    Di daxuyaniya piştî civîna Yekgirtû de li ser pirsa referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê jî hat gotin ku serxwebûn mafekî netewî yê gelê kurd e û ji hemû aliyên siyayî hat xwestin bi rêya danûstandinê pirsgirêkan çareser bikin û amedakariyên referandûmê bidin destpêkirin.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de