13:24 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê li ser zindana Hewlêrê

    YNK û PDKê ji bo referandûmê li hev kir: Serxwebûn mafê kurdan e

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 16030

    Partiya Demokratîk a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li ser avakirina lijneyeke diyarkirina mekanîzme û dema referandûmê li hev kir. Herdû partiyan ragihand ku dewleteke serbixwe mafê kurdan e.

    Polîtbûroyên PDK û YNKê di civîna îro de derbarê dem û mekanîzmaya referandûmê de biryar dan û derbarê bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê de jî gotin; “Mafê kurdan ê bilindkirina alayê heye.”

    Îro saet 11an polîtbîroyên PDK û YNKê li Pîrmamê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê civiyabûn daku Kerkûk, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û herwiha ji bo encamên referandûma serxwebûna Kurdistanê gotûbêj bikin.

    MIJARA REFERANDÛMA SERXWEBÛNÊ BI BERFIREHÎ HAT NIRXANDIN

    Piştî civînê herdû aliyan daxuyaniyeke hevbeş da û wan tê de ragihand ku mijara referandûma serxwebûna Kurdistanê bi kûrî û berifrehî hatiye nirxandin.

    Li gorî daxuyaniyê, herdu aliyan biryar daye bi awayeke cidî li ser mijara referandûmê weke mijareke neteweyî û niştîmanî bixebitin.
    Herwiha komisyoneke hevbeş dê were damezirnadin daku li gel aliyên siyasî û neteweyî yên Kurdistanê ji bo pêkanîna komîteyeke hevbeş, diyarkirina dem û mekanîzmaya çawaniya referandûmê danûstandinan bikin.

    MAFÊ ME JÎ WEK YÊ IRAQÊ HEYE, EM ALA XWE BILIND BIKIN

    Polîtbûroya PDK û YNKê di daxuyaniya xwe de diyar kirin; “Bi baweriya me hikûmeta Iraqê çendîn sal e xwe ji cîbicîkirina pêwîstiyên madeya 140 a Destûra Iraqê vedidize. Lewma, çawa mafê hikûmeta Iraqê heye alaya Iraqê li Kerkûkê bilind bike, bi heman awayî mafê Kurdistanê jî heye Ala Kurdistanê bilind bike.”

    Hêjayî gotinê ye ku Parlementoya Iraqê bi hinceta ku bilindkirina alaya Kurdistanê li hemû saziyên fermî ên li parêzgeha Kerkûkê li dijî destûra Iraqê ye, biryar dabû ku ala bê daxistin.

    Waliyê Kerkûkê piştî wê biryara parlementoya Iraqê ya derbarê daxistina alaya Kurdistanê  de daxuyaniyek da û tê d diyar kir ku biryara parlementoyê li dijî destûrê ye û ala Kurdistanê dê li Kerkûkê neyê daxistin.

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    KNK: Ragihandina serxwebûna Komara Kurdistanê biryareke bi wêrek bû
    'Petrol wê nebe sedema paşxistina serxwebûna Kurdistanê'
    'Nabe ku Enqere û Tehran li ser serxwebûna Kurdistanê xwedî gotin be'
    '21 welatan serxwebûna Kurdistanê red nekir'
    Her 3 partiyên îslamî daxwaza 'Serxwebûna Kurdistanê' kirin
    "Tirkiye li hemberî serxwebûna Kurdistanê pirsgirêkan dernaxe"
    Endamekî Yekgirtû: Îran ne li dijî serxwebûna Kurdistanê ye
    Cîgirê Serokomarê Iraqê: Em ê ji serxwebûna Kurdistanê re rêzdar bin
    Serokwezîrê Iraqê: Hîn projeya siyasî ya serxwebûna Kurdistanê nehatiye pêşkeşkirin
    Etîketan:
    YNK, PDK, Mesûd Barzanî, Bexda, Hewlêr, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de