02:55 19 Çile 2018
Zindî
    Alaya Kurdistanê

    PDK û YNK bi serpereştiya Mesûd Barzanî li hev dicivin

    AFP 2016 Fabrice Coffrini
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dê di 2yê Nîsana 2017an de bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li hev bicivin.

    Li gorî agahiyên Rûdawê Endamên Polîtburoya PDKê YNKê dê di 2yê Nîsana 2017an de bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Pîrmamê bicivin.

    Hat ragihandin ku di civînê de dê mijara Kerkûkê, pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û her wiha mijara encamên referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê were axaftin.

    Hat diyarkirin ku biryara lidarxistina vê civînê di civîna îro ya Polîtburoya YNKê de hatiye dayîn û ji bo civînê Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Yekemîn ê Sekreterê Giştî yê YNKÊ Kosret Resûl hatiye peywridarkirin.

    Her wiha tê payîn ku di civînê ji bo referandûma serxwebûnê komisyoneke hevpar were avakirin.

    Bi heman mijarî:

    Meclîsa Iraqê bilindkirina Alaya Kurdistanê ya li Kerkûkê red kir
    Balyozê Tirkiyeyê: Me aciziya xwe ya li hemberî bilindkirina ala Kurdistanê ragihand
    YNKê: Em piştgiriyê didin referandûma Herêma Kurdistanê
    Sekreterê Neteweyên Yekbûyî bo Kurdistanê banga alîkariyê kir
    Sekreterê NYyê li Herêma Kurdistanê ji bo mexdûrên şer bang li civaka navdewletî kir
    Etîketan:
    civîn, Serokê Herêma Kurdistanê, YNK, PDK, Mesûd Barzanî, Pîrmam, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de