10:11 20 Çile 2018
Zindî
    Ala Kurdî - alaya kurdistanê - kurdistan

    Balyozê Tirkiyeyê: Me aciziya xwe ya li hemberî bilindkirina ala Kurdistanê ragihand

    © AFP 2018/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 11

    Balyozê Bexda yê Tirkiyeyê Fatih Yildiz ragihand ku li hemberî bilindkirina Ala Kurdistanê ya li saziyên fermî yên li bajarê Kerkûkê ne.

    Şandeyekê ji parlamanterên Yekîneya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yên li Parlamentoya Iraqê, doh serdana Balyozê Bexda yê Tirkiyeyê kirin.

    Li gorî nûçeya Rûdawê parlamenterê YNKê Newzad Resul eşkere kiriye ku li ser daxwaza Balyozê Tirkiyeyê Fatih Yildiz civîbek li dar xistine û geşedanên dawî yên li Kerkûkê û Îraqê nirxandine.

    Newzad destnîşan kir ku fikrên xwe yên derbarê bilind kirina alaya Kurdistanê de parve kirine û wiha pê de çû:

    "Balyoz diyar kiriye ku ne li hemberî alaya Kurdistanê ne û rêzê digirin û bo çareser kirina pirsgireka li Kerkûkê ya Tirkiyeyê di çerçoveya makeqanûna Iraqê de dixwazin çareser bikin."

    ‘ACIZIYA XWE YA LI HEMBERÎ BILIND KIRINA ALA KURDISTANÊ NÎŞANDAN'

    Balyozê tirk li ser hesaba xwe ya twitterê peyamek weşand û got: "Em îro li Meclîsa Nûneran a Iraqê bûn. Me aciziya xwe ya bilind kirina alaya Kurdistanê ku bi awayekê zorî li avahiyên fermî yên Kerkûkê ji muxatabên xwe yên li Meclîsa Nûneran a Iraqê re ragihand."

     

    Bi heman mijarî:

    7 Partiyên Tirkmenan: Em Alaya Kurdistanê wek ya xwe nas dikin
    Neçîrvan Barzanî: Bilindkirina Alaya Kurdistanê dê pêkvejiyanê bihêztir bike
    Serokatiya Herêma Kurdistanê: Bilindkirina alaya Kurdistanê li Kerkûkê qanûnî û asayî ye
    HDP: Em biryara bilindkirina alaya Kurdistanê pîroz dikin
    Gul: Bilindkirina alaya Kurdistanê ji bo yekîtiya turkmen, kurd û ereban tehdîd e
    Etîketan:
    twitter, al, acizî, Fatih Yildiz, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de