23:35 21 Gulan 2018
    Antonio Guterres

    Sekreterê Neteweyên Yekbûyî bo Kurdistanê banga alîkariyê kir

    © REUTERS / Faysal Omar
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 21

    Sekreterê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ku ji bo serdanekê Herêma Kurdistanê bû, roja înê çû serdana kampên koçberan ên li Hewlêrê.

    Du roj berê 30ê Adara 2017an Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres hatibû Hewlerê paytexta Herêma Kurdistanê û piştî hin hevdîtinan serdana kampa koçberan.

    Guterres li kampê geriya û pirsgirêkên koçberan guhdarî kir û piştre jî civînekê rojnamevaniyê li dar xist.

    Antonio Guterres di daxuyaniya xwe de got: "Raya navdewletî, bi mexdûrên şerî re qasî ku pêwîst e eleqedar nabe. Pêwîstiya me bi piştgiriya zêdetir heye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewleke mezin dide. Saziyên sivîl hewl didin. Hewldanên Neteweyên Yekbûyî jî berdewam in. Lê tiştên ku me bi dest xistiye, têr nake. Em li hember hewcedariya vî qasî, dikevin tengasiyê."

    Herwiha Guterres wiha pê de çû: "Ji bo ku em ji vî gelî re jiyaneke asayî pêk bînin, civakên navdewletî bi têra xwe piştgirî nedan me.Welatiyên ku ji destê DAIŞê direvin her roj zêde dibin."

    Bi heman mijarî:

    Mesûd Barzanî Cejna Ekîto ya Aşûriyan pîroz kir
    Barzanî ji Sekreterê NYê re: 'Em di demek nêz de referandûma serxwebûnê dê pêk bînin'
    Neçîrvan Barzanî: Bilindkirina Alaya Kurdistanê dê pêkvejiyanê bihêztir bike
    Barzanî bi şandeya kurdên Rûsyayê re civiya
    Mîr Tahsîn: Me ji Barzanî xwest Şingal bibe beşek ji Herêma Kurdistanê
    Newşîrvan Mistafa nameya sipasiyê şand ji Barzanî re
    Etîketan:
    kamp, bang, serdan, alîkarî, koçber, Antonio Guterres, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de