12:33 27 Gulan 2018
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres

Sekreterê NYyê li Herêma Kurdistanê ji bo mexdûrên şer bang li civaka navdewletî kir

© AP Photo / Khalil Senosi
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, li Herêma Kurdistanê çû kampên penaberan û li wir bal kişand ser ku civaka navdewletî bi mexdurên şer re eleqeyeke baş nîşan nade.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres li serdana xwe ya Herêma Kurdistanê piştî hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li Hewlêrê serdana kampên penaberan kir.

Sekreterê NYyê da xuyakirin, "Civaka navdewletî têra xwe ji mexdûrên şer re nabe alîkar. Pêdiviya me bi piştriya zêdetir ya civaka navdewletî heye."

'HIKÛMETA HERÊMA KURDISTANÊ KAREKÎ MEZIN KIRIYE'

Guterres hewlên zêde yên Herêma Kurdistanê ji bo koçberan nirxand û got, "Hikûmeta Herêma Kurdistanê karekî mezin kiriye. Dezgehên sivîl di nav hewildanê de ne. Hewildanên NYyê jî hene. Lê ev têr nake. Em di dabînkirina pêdivîyên wan koçberan de zehmetiyê dikişînin. Civaaka navdewletî ji bo em jiyaneke normal ji bo vî gelî dabîn bikin, alîkariyeke baş neda."

 

 

Bi heman mijarî:

Roskosmos dê moşekên bikaranîna pircarî çêbike
Rûsya: Gotinên Tillerson ên ‘Êrîşkariya Rûsî’ em şaşmayî hiştin
Li Stenbolê operasyoneke berfireh a asayîşê destpê kir
Li Sûriyeyê Rûsya 11 Tirkiyeyê jî 15 binpêkirinên agirbestê tespît kirin
Amerîka: Li şûna Esad divê em li ser DAIŞê biwestin
Ji Tillerson bo NATOyê: Xercîneyên parastinê zêde bikin
Etîketan:
Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de