18:06 21 Sibat 2018
Zindî
    Êzidî-jin-kumkujî- bîranîn- salveger

    Keçeke din a kurdên êzidî ji destê DAIŞê rizgar bû

    © REUTERS/ SERTAÇ KAYAR
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Li Mûsilê keçeke din a kurdên êzidî ku temenê wê 22 salî ye, ji destê DAIŞê rizgar bû û xwe gîhand nava xelkê nahiyeya Baedrê.

    Li gorî agahiyên Rûdawê Berpirsê Nivîsengeha Rizgarkirin a Kurdên Êzidî Husên Kuru diyar kir ku ew keça kurd a êzidî ya ku ji destê DAIŞê rizgar bûye, ji xelkê navenda Şingalê ye.

    Husên Kuru dest nîşan kir ku ew keç serê sibeha 31ê vê mehê li Mûsilê rizgar bûye û paşê gihîştiye nava xelkê nahiyeya Baedrê. Kuru her wiha çend kesên din jî bi wan re peywendî danîne û ew ê di demeke nêzîk de bigihêjin nava xelkê xwe.

    Hêjayê gotinê ye ku piştî DAIŞê di meha Îlona 2014an de êrîş bir ser navçeya Şingalê, zêdetirî 6 hezar kurdên êzidî dîl girtin. Piştî van bûyeran Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo rizgarkirina kurdên êzidî li Dihokê nivîsangeheke taybet damezirandin.

    Bi heman mijarî:

    ‘5 zarokên êzidî ji destê DAIŞê rizgar bûn’
    Qûbad Talabanî: Êzidî li bende me bûn ku em birînên wan derman bikin
    KCD: Partî û hêzên Kurdistanê divê xwedî li destkeftiyên gelê êzidî derkevin
    Hawara Kurdên êzidî: Zarokên me rizgar bikin
    Hevjîna Mîrê kurdên êzidî wefat kir
    Kanada: Em ê 800 kurdên êzidî bigirin
    Qeymeqamê Şingalê: Destên veşartî nahêlin êzidî bên rizgarkirin
    Etîketan:
    rizgarbûn, keçeke kurdên êzidî, Rûdaw, Berpirsê Nivîsengeha Rizgarkirin a Kurdên Êzidî, Husên Kuru, Şingal, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de