10:24 18 Hezîran 2018
Qazî Mihemed

'Pêşewa, doz û dîrokek e ku divê hemû ciwanên kurd wî binasin'

© Foto: Public Domain
Kurdistan
Lînkê kurt
Emîne Çelebî
0 114

Ji ser darvekirina Pêşewa Qazî Muhamed û rêhevalên wî 70 sal derbas bûn. Di salvegera 70î ya darvekirina Pêşewa de derheqê jiyan û serpêhatiyên wî de me bi Saîd Veroj lêkolîner û nivîskarê kurd re reportajek çêkir.Veroj dibêje:"Pêşewa doz û dîrokeke ku divê hemû ciwanên kurd wî binas in."

Lêkolîner Veroj kronolojiya Komara Kurdistanê, jiyan û serpêhatiyên Qazî Muhamed û rêhevalên wî de wiha dibêje:"Avabûyîna Komara Kurdistanê ya li Mahabadê di dîroka kurdan de qonaxeke giring û dîrokî ye. Dema ku em wê rojê û îroyê bînin ba hev rewşa me dişibe hev. Doza siyasî ya kurdan di sala 1941 de ji aliyê Komela Jiyanawe Kurdistan ve hatibû destpêkirin. Komele ji aliyê rewşenbîr û siyasetmedarên li Îranê hatibû damezirandin. Haya Qazî Muhammed jî ji vê komeleyê hebû. Lê ne di nava damezirandinan de bû."

MALBATA QAZIYAN LI HERÊMÊ MALBATEKE NAVDAR BÛN

Lêkolîner wiha berdewam dike: "Bê gûman Komara Kurdistanê ji ber xwe ve çênebûye. Xebatek siyasî ya beriya damezirandin û ragihandina komarê jî hebû. Beriya her tiştî malbata Qaziyan li Herêma Mukriyan û li bajarê wek Mihabadê malbateke navdar bûn. Di nav civaka kurdan de têsîra wan gelek bû. Pêşengî dikirin. Tevli bûyer û çalakiyên kurdan dibûn. Mala Qaziyan ji bo çareserkirina bûyeran jî beşdarî çalakiyan dibûn. Qazî Muhamed merivekî rewşenbîr û zana bû. Bi 6 zimanan dizanî. Di 8ê Gulana ya sala 1900î jidayik bûye. Kurê Alî qazî bû. Di warê sosyolojîk de xurt bû.

Di nav civaka kurd de pir dihat heskirin. Komeleyê jî ji ber taybetmendiyên wî dixwest Qazî bi wan re be. Di sala 1945a de rewşa Îranê ji bo kurdan jî derfetek çêkiribû. Di vê rewşa siyasî ya nû de kurdan xebatên xwe yên çar pênç salên dawî de ber bi qonaxeke siyasî ya nû ve birin. Têkiliyên wan yên bi Rûsya û Îngiltereyê re çêbû. Bi Yekitiya Sowyetan re jî têkiliyên wan baş bû. Di encama van têkiliya de Sowyetan heyetên kurd vexwendin Moskowê. Du sê caran çûnûhatin. Rayedarên Sowyetan dixwest ku li aliyê Azerbaycanê otonomiyek ya kurdan hebe. Lê kurdan vê yekê qebûl ne dikir. Di dawiyê de kurdan Sowyetê qane kiribûn. Lê Sowyetan jî xwestibû ku Qazî Muhammed û hevalên xwe partiyek ya siyasî ava bikin. Di encama van hevdîtinan de PDK hatibû avakirin.

Lêkolînerê kurd Saît Veroj
© Foto : Saît Veroj
Lêkolînerê kurd Saît Veroj

KOMARA KURDISTANÊ DI DEMA ŞERÊ 2Ê YA DINÊ DE HATIBÛ AVAKIRIN

Dema ku Komara Kurdistanê Mihabadê hat damezirandin şerê 2emîn ya dinyayê hebû. Komara Kurdistanê bi Serokatiya Qazî Muhammed û Partiya Demokrata Kurdistanê di sala 1946e hatibû avakirin. Avakiriran Komara Kurdistanê li meydana Çarçirayê hatibû ragihandin. Piştî vê ragihandinê kabîneya hikûmetê jî hatibû hilbijartin. Îran wê demê di bin rewşek giran debû. Li aliyekê Brîtanya ji aliyekê jî Yekitiya Sowyetan hebûn. Komara Mahabadê nêzî salekê dewam kir.

KOMARA KURDISTANÊ HERÎ ZÊDE GIRANÎ DIDA KULTUR Û PERWERDEHIYÊ

Ji aliyê kulturî û perwerdehî de xebat hatin kirin. Bi taybetî xebatên civakî û perwerdehî gelek bûn. Dibistan hatin avakirin. Çapxaneya Kurdistanê hat avakirin. Rojnameya Kurdistanê jî di vê çapxaneyê de hatibû weşandin. Di gel rojnameya Kurdistanê kovarên wek ‘niştiman', ‘helale', ‘hewlatî', ‘hawarî niştiman','hawarî kurd' û her wiha ji bo zarokan jî kovarek hatibû vekirin. Qazî Muhammed pir giringî dida perwerdehiyê. Perwerdehiya bi zimanê kurdî jî biserkeşiya Qazî Muhamed hatibû destpêkirin. Pirtûk dihatin çapkirin Sînemayek hatibû avakirin. Zarokên bêxwedî bi qezencên vê sînemayê dihatin xwedîkirin.

‘HEVJÎNA QAZÎ MUHAMED SEROKA KOMELEYA JINAN BÛ'

Xebatên jinan jî hebûn. Ji bo rêxistinkirina civaka kurd li Mahabadê Yekitiya Jinên Kurd çêbû. Seroka vê rêxistinê Mîne Xanima hevjîna Qazî Muhamed bû. Qazî Muhamed bi avakirina vê komeleyê dixwest jinan jî bixe nav jiyanê.

RAGIHANDINA KOMARA KURDİSTANÊ BÛYEREK MEZIN BÛ

Ragihandina Komara Kurdistanê ya Mihabadê di dîroka Kurdistanê de bûyereke pir mezin û pir giring bû. Mesela komûna parîsê ji bo çepgirên dinyayê xwedî taybetiyek mezin bû, ew komûn tenê sê mehan dom kiribû
Lê Komara Kurdistanê jî her wisa mînakek gelek giring û berbiçav e ku nêzîka salekê li ser piyan ma û dawiyê de hat rûxandin. Destkeftineke pir giring e. Komara Kurdistanê hewldan û ceribandineke pir giring e.

PIŞTÎ 11 MEH Û 25 ROJAN KOMAR HAT RÛXANDIN

Piştî 11 meh û 25 rojan ji ber rewşa siyasî ya dawî, Îranê hêzek mezin bixwe re dîtibû û dixwest êrîşê bibe ser Kurdistanê. Dixwest Komara Kurdistanê dagir bike. Dema ku pişgriya navnetewî jî kurt bû Qazî Muhamed kabîneya xwe kom kir. Wan biryar girt ku dev ji cihên xwe bernedin. Lê belê Mele Mustafayê Sererkanê artêşê bû serbest hiştin. Wê rojê Qazî Muhamed Alaya Kurdistanê ya li ser maseya xwe dide destê Mele Mustafa Barzanî. Jê re dibêje:"Ez pê bawerim ku dê bi destê te, ev alaya çiya çiya, şax bi şax bigere û dê rojekê li cihê ku em dê lê bên darvekirin bilind bibe." Ji bo ku qetlîamên mezin çênebûn Qazî Muhamed û hevalên xwe qerara şer nedabûn.

WESIYETA PÊŞEWA DI ‘MEHNAME'YÊ DE HATIBÛ WEŞANDIN

Qazî Muhamed tevli Sedrî Qazî û Seyfî Qazî herdû wezîrên Komara Kurdistanê bûn. Wan di parastina dadgeha Îranê de wasiyetnameya xwe bicih kiribû. Kovara binavê ‘Mehname' ji bo qedroyên leşkerî dihate çapkerin û îfadeyên wî di vê kovarê de vê dawiyê hatibû weşandin."

 

Bi heman mijarî:

Di salvegera 70î de Qazî Muhammed û hevalên xwe tên bîranîn
PSK: Bila roja bidarvekirina Qazî Mihemed wek Roja Şehîdan bê pejirandin
Îranê wênegireke kurd ji ber parvekirina wêneyên Qazî Mihemed destser kir
Komara Kurdistanê ya Mehabadê û Pêşewa Qazî Mihemed
Wesîyeta Pêşewayê kurd - Qazî Mihemed
Demîrtaş: ‘Em li pey şopa Mele Mistefa û Qazî Mihemed in'
Ji KCKê ji bo bîranîna Qazî Mihemmed daxuyanî
Etîketan:
Komara Kurdistane, Qazî Muhammed, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de