14:32 19 Sibat 2018
Zindî
    Qazî Mihemed

    KNK: Ragihandina serxwebûna Komara Kurdistanê biryareke bi wêrek bû

    © Foto: Public Domain
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 40

    Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo salvegera 70yemîn a darvekirina Qazî Mihemed û hevalên wî, daxuyaniyeke nivîskî weşand û di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ragihandina dewleta serbixwe ya bi navê Komara Kurdistanê, di wê demê de biryareke siyasî û civakî ya bi wêrek bû

    Rêveberiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo salvegera 70yemîn a darvekirina Qazî Mihemed û hevalên wî daxuyaniyeke nivîskî weşand û di daxuyaniyê de hat gotin, "Salekê piştî ragihandina Komara Kurdistanê û sazîkirina dewletdarî ya civaka Kurd, bi palpiştiya kolonyalîzma navneteweyî û êrîşên dewleta dagirker a Îranê dawî li Komarê hat anîn."

    KNKê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser ku biryar û ragihandina dewleta serbixwe ya bi navê Komara Kurdistanê, di wê demê de biryareke siyasî û civakî ya bi wêrek bû û got, "Di nava wan şert û mercên giran ên bi dawîhatina şerê cîhanê yê duyemîn de ev yek hat kirin. Lewma ew hewl û cangoriya pêşengên komarê ji bo me û dîrokê bûne mînak û ders. Pêşewa Qazî Mihemed jî wekî semboleke mezin di nava berperên dîrokê de cihê xwe girt û hat nivîsandin."

    Kongreyê di dewama daxuyaniya xwe de anî ziman ku gelê kurd têkoşîna xwe bi xwedî derketina li doza Qazî Mihemed û hevalên wî berdewam dike û got, "Em wekî KNK di bîranîna 70 saliya li sêdaredana pêşewa Qazî Mihemed, Seyf Qazî, Sadr Qazî û hemî şehîdên Kurdistanê de careke din bi rêz û hurmet bîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin."

    Tê zanîn ku Serokomarê Komara Kurdistanê ya li Mehabadê Qazî Mihemed di 31ê Adara 1947an de bi Wezîrê Parastinê yê Komara Kurdistanê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî re ji aliyê Komara Îranê ve li Qada Çwar Çirayê hatin bidarvekirin.

    Bi heman mijarî:

    Di salvegera 70î de Qazî Muhammed û hevalên xwe tên bîranîn
    PSK: Bila roja bidarvekirina Qazî Mihemed wek Roja Şehîdan bê pejirandin
    Îranê wênegireke kurd ji ber parvekirina wêneyên Qazî Mihemed destser kir
    Komara Kurdistanê ya Mehabadê û Pêşewa Qazî Mihemed
    Wesîyeta Pêşewayê kurd - Qazî Mihemed
    Etîketan:
    Komara Kurdistanê, serxwebûn, ragihandin, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Kurdistan, Mehabad
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de