13:25 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Xwepêşander alaya Kurdistanê bilind dikin

    Berdevkê PDKê: Amadekariyên referandûma serxwebûnê tên kirin

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 8431

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duh ragihand ku di demeke nêz de dê referandûma serxwebûnê li dar xînin. Berpirsyarê PDKê yê Mûsilê Seîd Memûzînî ji Sputnikê re ragihand ku amadekariyên referandûmê berdewam dikin û 95% ji gelê kurd serxwebûnê dixwaze.

    Hikmet Durgun

    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Herêma Kurdistanê dê di nava çend mehan de referandûma serxwebûnê pêk bîne û dê serxwebûna xwe ragihîne. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duh li Hewlêrê got ku di demeke nêz de dê referandûma serxwebûnê li dar xînin.

    Berpirsyarê PDKê yê Mûsilê Seîd Memûzînî ji Sputnikê re diyar kir ku amadekariyên referandûmê berdewam dikin û wiha pê de çû: Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku dê referandûma serxwebûnê li dar xîne. Em vê daxuaniyê pîroz dikin. Serxwebûn mafê kurdan e jî. Kurd li hêviya wê rojê ne. Ne diyar e bê referandûm dê kengî pêk were. Tarîxeke diyar tine, niha tenê amadekarî tên kirin. Serok Barzanî ragihand ku referandûm dê demeke nêz de pêk were."

    Herwiha Memûzînî teqez kir ku 95% ji kurdan serxwebûnê dixwazin û diyar kir ku kurd serxwebûnê dixwazin û ew mafê wan e.

    "CUDAHIYA KURDAN Û TURKMEN Û BEŞÊN DIN TINE"

    Memûzînî destnîşan kir ku têkiliya vegirtina Mûsilê û referandûmê bi hev re tine û wiha pê de çû: Erebên li herêma Kurdistanê, turkmen û beşên din jî piştgiriyê didin serxwebûna Kurdistanê ji ber mafên wan li Kurdistanê tên dabînkirin û parastin. Ti cudahiya wan ji gelê kurd tine. Çi mafên kurdan hebe, yên wan jî heye. Mafên wan ên demokratîk û mirovî hemû tên parastin."

    Ji aliyê din ve, berprisyarê PDKê diyar kir ku hinek dewlet piştgiriyê didin serxwebûna Kurdistanê û hinek jî nadin û wiha pê de çû: Li seranserê cîhanê wiha ye. Hine welat piştgiriyê didin û hinek nadin. Lê baweriya gelê kurd bi xwe heye, birijd e di mijara serxwebûnê de. Dibe hinek me nas bikin û hinek me nas nekin lê gava em ragihînin, em dixwazin têkiliyên me bi hemû dewletên cîran re baş bin. Em dixwazin têkiliyên me bi Tirkiye, Îran û welatên din re jî baş bin.  Em dixwazin bibin dostên welatên cîran."

    Serokê koma PDKê Tariq Gerdî jî ji Sputnikê re diyar kir ku referandûm dê pêk were. Gerdî got ji ber li Bexdayê ye, agahiyên zêdetir derbarê mijarê de li nik wî tine ne."

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Serokkomarê Iraqê: Serxwebûn pêk were jî, divê diyalog hebe
    Hiqûqnasên kurd ên Sûriyeyê: An serxwebûn an jî konfederasyon
    Sedemên çûnûhatinên Barzanî; aborî, PKK, serxwebûn û têkiliyên bi cîranan re
    Serokê OSPê: Rojeva hikûmeta AKPê referandûm, a Barzanî serxwebûn e
    Şêwirmendê Parlementoya Kurdistanê: Yan konfederalîzm an serxwebûn
    Zalmay Xelîlzad: Divê serxwebûn bibe armanca sereke
    Nêçîrvan Barzanî: Serxwebûn mafekî rewa ye
    Etîketan:
    Serxwebûn, PDK, Tariq Gerdî, Seîd Memozînî, Mesûd Barzanî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de