08:38 21 Sibat 2018
Zindî
    Jineşervaneke YPJê

    AFPê wêneyên şervanên jin weşandin: Bedewiya şerê hovitiyê dike

    © AFP 2018/ / Delil Souleiman
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 60

    AFPê nivîseke bi wêneyên şervanên kurd ên jin xemilandî belav kir ku tê de wênegirê wan Delîl Silêman behsa şervanên jin dike bê çawa ne, çi cudahiya wan heye û bandoreke çawa li wênegirî dikin.

    Wênegir Delîl Silêman derbarê girtina wêneyên jinan de wiha dinivîse: Gava ez wêneyên şervanên jin ên li dijî DAIŞê şer dikin digirim, careke din ewlehî bi min re çêdibe ku dadmendî li cîhanê heye".

    Şerveaneke kurd ya YPGê
    © AFP 2018/ Delil Souleiman
    Şerveaneke kurd ya YPGê

    "ŞERVANÊN JIN, BAWERIYA MIN BI DADMENDIYÊ ÇÊDIKIN"

    Silêman wiha dewam dike: DAIŞ bi hovitî jin kuştin û tewazî wan kir. Îca li vê derê hinek keç hene ku her tiştî li dû xwe dihêlin daku biçin şerê wan bikin. Ew baweriyê dide min ku dadmendî heye di şerê navbera bedî û qenciyê de, di navnera ronî û tariyê de."

    Herwiha wênegirê AFPê dibêje ku hez dike, li jinên şervan binere, wêneyên wan bigire û dîroka wêrekiya van jinan tomar bike û wiha dibêje: "Gava tu dibînî jinek şer dike, bextewariyekê dide girtina wêneyan, ji ber him bedewiyê dixe wêneyî û him jî nîşan dide ku jin jî dikarin wek mêran şer bike. Cudahiyeke biçûk di navbera şervanên jin û mêr de heye. Gava ez wêneyê şervanê mêr digirin, taybetmendiya hêzê serdest e di wêneyan de. Bi yên jin re, nazikî û bedewî heye."

    "CUDAGIYA JIN Û MÊRÊN ŞERVAN…"

    Silêman destnîşan dike ku cudahiyeke di navbera şervanên jin û mêr de heye; şervanên jin ji yên mêr paqijtir û birêkûpêktir in.

    Derbarê sedema bê çima van jinan rahiştiye çekan, Silêman diyar dike ku sedemek tenê tine û şervanên êzidî wek mînak dide ku zulma, tecawiz, kuştina birayan û malbatan li ser destên DAIŞê dîtiye.

    Şervaneke YPJê
    © AFP 2018/ DELIL SOULEIMAN
    Şervaneke YPJê

     

     

    "CIVAKA KURD LI DIJÎ BEŞDARBÛNA JINAN DERNAKEVE"

    Jineşervaneke YPJê
    © AFP 2018/ / Delil Souleiman
    Wênegir Silêman behsa civaka kurdî jî dike bê çawa li beşdarbûna jinan di şerî de dinere û wiha dibêje: "Bi qasî min dîtiye, dijberiyeke gelekî hindik di civaka kurdî de heye ji bo şervanên jin. Ji ber yek tiştî ku di nav kurdan de, jin roleke berbiçav dilîze ku ji ya di nav ereban de zêdetir e. "

    Herwiha Silêman balê dikişîne ser giraniya şerî li ser şervanan ku dê her bibîranînên şerî û kuştina hevalên wan dê qet ji bîr wan neçe û diyar dike ku gelek jinên ji qadên şerî vegeriyane, êdî nikarin li malê rûnên ji ber bêriya azadiya li eniyên şerî dikin ku di nav civak û kevneşopiyên wê de peyda nabe.

     

    Bi heman mijarî:

    YPJ: Pêngava Reqqayê, di zanista parastina demokratîk de pêş dikeve
    YPJ akademiyeke leşkerî ji bo jinên ereb didamezirîne
    YPJ: Li Reqqayê 601 jinên êzidî hatin rizgarkirin
    YPJ: Şervanên me ji aliyê artêşa Tirk ve dîl nehatin girtin
    Ji bo kurdan nûçeya bi mizgînî - YPJ, 19 welatiyên Êzidî rizgar kirin
    Fermandara YPJ Şengalê jiyana xwe ji dest da
    YGP û YPJ di nava Hêzên Demokratîk ên Sûrî de ne
    Etîketan:
    Kurd, YPJ, Reqqa, Sûriye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de