17:59 21 Sibat 2018
Zindî
    Alaya Kurdistanê li ser zindana Hewlêrê

    7 Partiyên Tirkmenan: Em Alaya Kurdistanê wek ya xwe nas dikin

    © AFP 2018/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 51

    Li Herêma Kurdistanê 7 Partiyên Tirkmen, ji bo mijara Kerkûkê dan zanîn ku ew Alaya Kurdistanê wek alaya xwe û hemû pêkhateyên din ên li herêmê qebûl dikin.

    Li gorî nûçeya Ajansa fermî ya Tirkiyeyê AAyê Partiya Geşepêdanê ya Tirkmen, Partiya Demokrat a Tirkmenan, Komeleya Lîbalî ya Tirkmenan, Partiya Rizgarî ya Tirkmenan, Partiya Rewşenbîriyê ya Tirkmenan, Bizava Demokrat a Tirkmenan û Partiya Gel a Tirkmenan bi daxuyaniyeke nivîskî piştgiriya xwe ji bo bilindkirina Alaya Kurdistanê li Kerkûkê ragihandin.

    Di daxuyaniya 7 Partiyên Tirkmen de hat gotin:" Xelkê tirkmen jî Alaya Kurdistanê wek alaya ax û xelkê xwe dizanin. Lewra ew tenê temsîla neteweyekê nake. Ala, sembola ax û xelkekî ye bi hemû netewe û pêkhateyên xwe be." Hat ragihandin ku, "Divê hemû alî û grûb jî wisa tevbigerin. Lewra berjewendiyên neteweya tirkmen di bihevrejiyan û parastina yekrêziya nîştimanî de ye."

    Bi heman mijarî:

    Neçîrvan Barzanî: Bilindkirina Alaya Kurdistanê dê pêkvejiyanê bihêztir bike
    Serokatiya Herêma Kurdistanê: Bilindkirina alaya Kurdistanê li Kerkûkê qanûnî û asayî ye
    HDP: Em biryara bilindkirina alaya Kurdistanê pîroz dikin
    Gul: Bilindkirina alaya Kurdistanê ji bo yekîtiya turkmen, kurd û ereban tehdîd e
    Rebwar Talabanî: Bilindkirina Alaya Kurdistanê li Kerkûkê xewna hemû kurdistaniyan e
    Alaya mezin a Kurdistanê wê li ser Kelha Kerkûkê were hilgirtin
    Parêzgarê Kerkûkê: Alaya Kurdistanê li Tirkiyeyê tê rakirin, çima li Kerkûkê neyê rakirin
    Tirkiye: Çênabe Alaya Kurdistanê li Kerkûkê bê daleqandin
    ‘Dinyayê Alaya Kurdistanê nas kiriye, tu nas bikî çi ye nas nekî çi?'
    Etîketan:
    Partiya Geşedanê ya Tirkmen, Kerkûk, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de