02:10 26 Sibat 2018
Zindî
    ئالایا کوردستانێ

    'Tirkiye naxwaze biryara bilindkirina ala Kurdistanê li Kerkûkê bê mezinkirin'

    © AFP 2018/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Şanda Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) piştî serdana xwe ya balyozxaneya Tirkiyê ya li paytexta Iraqê Bexdayê li ser gengeşiyên bilindikirina ala Kurdistanê li Kerkûkê ragihand, ‘Tirkiye ne li dijî Ala Kurdistanê ye û rêz li ber digire.’

    Parlamentarê YNKê Newzad Resûl ligel şanda YNKê serdana balyozxaneya Tirkiyê ya Bexdayê kiriye got, "Balyozê Tirkiyê ragihand, Tirkiye ne li dijî Ala Kurdistanê ye û rêz li ber digire. Herwiha diyar kir, ji bo ev pirsgirêk di çarçoveya destûra Iraqê de were çareserkirin, dê piştgirî bidin."

    'BILINDKIRINA ALÊ ZÊDE MEZIN NEKIN'

    Li gor nûçeya di Rûdawê de cî girtiye, parlementerê YNKê destnîşan kir, Balyozê Tirkiyê yê Bexdayê Fatih Yildiz eşkere kiriye ku wî ligel nûnerên tirkmen û ereb ên Kerkûkê civînek pêk aniye û ji wan xwestiye ku biryara bilindkirina Ala Kurdistanê zêde mezin nekin û bi rêya diyalogê çareser bikin.

    Bi heman mijarî:

    DYA: Çûna Esad ne armanca me ya sereke ye
    Barzanî li ser referandûma serxwebûnê Guterres agahdar kir
    Barzanî ji Sekreterê NYê re: 'Em di demek nêz de referandûma serxwebûnê dê pêk bînin'
    Berpirsekî YNKê: Ji bo xizmeta welat pêwîst e YNK û PDK li hev bikin
    'Hedefa Enqerê li Sûriyê qelskirina Kurdan û pûçkirina perspektîfa dewleta Kurdî ye'
    Di dema dengdayîna bo referandûmê ya li Brûkselê de şer: 3 kes birîndarbûn
    Etîketan:
    Herêma Kurdistanê, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de