18:43 27 Gulan 2018
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

Barzanî li ser referandûma serxwebûnê Guterres agahdar kir

© REUTERS / Azad Lashkari
Kurdistan
Lînkê kurt
Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
0 41

Serokatiya Herêma Kurdistanê (SHK) li ser hevdîtina li Hewlêrê ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxuyaniyek weşand. Barzanî di hevdîtinê de Guterres bi referandûma 'Serxwebûna Herêma Kurdistanê' agahdar kir û got, 'Referandûm li demeke nêzîk tê encamdan'.

Di daxuyaniya SHKê de hat diyarkirin ku di hevdîtina şandeya NYyê û Herêma Kurdistanê de li ser penaberan, rewşa herêmê, serkeftinên dijî DAIŞê yên Pêşmerge û dahatuya Herêma Kurdistanê hatiye rawestîn.

Li gor daxuyaniyê Sekreterê NYyê Antonio Guterres spasî li Herêma Kurdistanê kir ku xwedîtiyeke baş li sedan hezar koçberên ji ber DAIŞê reviyane kiriye û rêzdariya xwe bo rola Pêşmerge ya di têkbirina DAIŞê de anî ziman.

'CIHÊ ŞANAZIYÊ YE EFSANEYA DAIŞÊ BI DESTÊ PÊŞMERGE HATIYE ŞIKANDIN'

Hat ragihandin, Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî ji Guterres re behsa rûbirûbûna Pêşmerge û terorîstan kir û da xuyakirin, ‘Cihê şanaziyê ye efsaneya DAIŞ li ser destê Pêşmerge hatiye şikandin.'

BARZANÎ: XELKÊ KURDISTANÊ DÊ BIRYARA PAŞEROJA XWE BIDE

Di daxuyaniyê de hat gotin, Barzanî derbarê paşeroja Herêma Kurdistanê de Antonio Guterres bi referandûma ‘Serxwebûna Herêma Kurdistanê' agahdar kiriye û wiha gotiye: "Li paşarojeke nêzîk referandûm tê encamdan. Ji bo ku cîhan agahdarî xwest û biryara xelkê Kurdistanê ya di derbarê paşaroja xwe de bibîne."

Mijar:
Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

Bi heman mijarî:

Berdevka HSDê: Operasyona Tebqayê li gor hatiye plankirin birêve diçe
Barzanî ji Sekreterê NYê re: 'Em di demek nêz de referandûma serxwebûnê dê pêk bînin'
Rûsyayê wesayîta şer Uran-9ê ceriband
Stoltenberg: Civîna Konseya NATO-Rûsyayê dê şefafbûnê zêdetir bike
'Hedefa Enqerê li Sûriyê qelskirina Kurdan û pûçkirina perspektîfa dewleta Kurdî ye'
Etîketan:
Herêma Kurdistanê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de