18:50 27 Gulan 2018
Penaber - Mûsil

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê: Em nema dikarin, alîkarî divê

© Sputnik / HİKMET DURGUN
Kurdistan
Lînkê kurt
0 20

Wezîrê Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Rêkeft Heme Reşîd têkildar pirsgirêka dabînkirina dermanan a di navbera wan û Bexdayê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ew nema dikarin di ber dermanan bigihêjin lewra ji ber penaberan barê wan roj bi roj giran dibe.

Îro Wezîrê Tenduristiya hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Rêkeft Heme Reşîd di dema beşdarbûna çalakiya rêveberiya çavdêrî û pêşxistina civakî de li bajarê Silêmaniyê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

'ZÊDETIRÊ MILYONEK PENABER LI KURDISTANÊ NIŞTECIHIN'

Reşîd diyar dike ku ew bi hikumeta Bexdayê re di mijara dabînkirina dermanan û pêwîstiyên pîzîşki de di pêwendiyê de ne û wiha pê de çû: " Duh em li gel nûnerên 30 welatên ku di nava Yekîtiya Ewrupa û Neteweyên Yekbûyî de cih digirin, me civînek li ser dabînkirina dermanan û pêwîstiyên pîzîşkî lidarxist. Zêdetir ji milyonek û 800 hezar penaber li Herêma Kurdistanê nîştecihin. Ev qas penaber di nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê de tên dermankirin û xizmet ji bo wan tê dayîn."

'JI SEDÎ 83Ê PENABERAN LI KURDSITANÊ TÊN DERMANKIRIN'

Reşîd bertek da daxuyaniyên Bexdayê yên ku dibêje penaber li kampane û diyar kir ku ji sedî 83ê penaberan li nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê tên dermankirin.

Reşîd bal kişand ser rewşa nebaş a tenduristiya penaberan û amaje kir ku 3 sal in ku penaber li ser hesabê bûdceya herêmê pêwistiyên xwe yên dermankirinê pêk tînin û wiha pê de çû: "Nexweşxaneyên me pêwistî bi derman û pêwîstiyên pîzîşkî heye. Ji bo vê eger Bexda derman li ser me bibire em ê pirsgirêkên mezin bijîn."

Bi heman mijarî:

Zêdetirî 110 hezar penaberên mûsilî gihîştin Herêma Kurdistanê
‘Di 4 mehên dawî de 1500 penaberên rojavayî derbasî Kurdistanê bûn'
Cenazeyên 15 penaberên kurdên êzidî birin Kurdistanê
Etîketan:
wezareta tenduristiyê, penaber, dermankirin, Dr. Rêkeft Heme Reşîd
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de