00:19 27 Gulan 2018
Şerê li Şingalê

Mele Bextiyar: Tu kes nikare Şingalê bike kanton

© AP Photo / Seivan Selim
Kurdistan
Lînkê kurt
0 22

Mele Bextiyar diyar kir ku nabe tu aliyên siyasî li Şingalê Kantonê ava bike û her wiha di derbarê mijara ragihandin a serxwebûna Herêma Kurdistanê de jî got, "Ev cara yekemîn e ku Bexda meseleya serxwebûnê guhdar dike."

Berpirsê Polîtburoya Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar li gel çend saziyên çapemeniyê di derbarê mijara serxwebûna Herêma KKurdistanê û hebûna PKKê ya li Şingalê axivî.

Bextiyar di axaftina xwe de di derbarê referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê de got, "Referandûma ji bo serxwebûna Kurdistanê stratejiya me ye jî lê navçeyên bi kêşe û bicihanîna madeya 140an li pêş be wê baştir be. Ger ku ew navçe bi ser Kurdistanê ve neyên girêdan, wê di dema referandûm û ragihandina serxwebûnê de bibin kêşeyên mezin. Ji ber ku şademara aborî ya Kurdistanê Kerkûkê."

Mele Bextiyar di dewama axaftina xwe de derbirî ku ev cara yekemîn e ku Bexda guh dide mijara serxwebûnê û got, "Ev cara yekemîn e guh didin meseleya serxwebûnê û ev guhdayîn sedema guftûgoyê. Herî dawiyê şandeke bilind a Herêma Kurdistanê bi serokatiyê cenabê Barzanî, ku ez jî endamê wê şandê bûm, li Bexdayê bi serokwezîr, parlamenter û hemû serokên partiyan re bi awayekî eşkere behsa serxwebûn û referandûma me kir."

Her wiha nûnerê YNKê Bextiyar di derbarê hebûna PKKê ya li Şingalê de jî ji PKKê xwest ku bi rêkeftina siyasî ya li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê, PDK, YNK û aliyên siyasî kêşeya rêvebirin û siyasî ya Şingalê çareser bike. Bextiyar her wha derbirî ku kes nikare Şingalê bike kanton û got, "Bi hezaran pêşmergeyên me jî li wir hene lê dîsa jî em nikarin bibêjin qezayekê bi ser Yekitî ve girê bidin."

Bi heman mijarî:

Parlamentoya Iraqê wê rewşa Şingalê gotûbêj bike
Pêşmerge li Şingalê rastî êrişê hat: 3 birîndar
Mesûd Barzanî: Nabe ku hêzeke neyasayî li Şingalê bimîne
Serokwezîrê Iraqê: Tenê Pêşmerge û hêzên Iraqê dikarin Şingalê îdare bikin
TEV-DEM: Em ê nehêlin komkujiyên nû li dijî gelê Şingalê pêk werin
Amerîka: Divê PKK Şingalê biterikîne
Etîketan:
kanton, Berpirsê Politburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Mele Bextiyar, Kurdistan, Şingal
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de