08:39 23 Çile 2018
Zindî
    Xoşyar Zebarî

    Hoşyar Zebarî: Referandum li Herêma Kurdistanê îsal dê bê kirin

    © AP Photo/ Hadi Mizban
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 11

    Şêwirmendê polîtburoya PDKê Hoşyar Zebarî, destnîşan dike ku wê li Herêma Kurdistanê refranduma serxwebûnê îsal bê kirin û NY (Netewên Yekbûyî) jî serpereştiya wê bike.

    Zebarî derbarê referandumê de beyanatek da Basnewsê diyar kir ku referanduma serxwebûnê dê îsal bê lidarxistin û gelê herêmê biryara çarenûsa xwe bide.

    Zebarî biryara gel wekî biryareke dîrokî şirove kir û got: ‘'Biryar hate dayîn ku referandum îsal pêk bê û encama wê jî, bo pêşeroja  gelê Kurdistanê wê bibe babeteke fermî û dîrokî."

    Herwaha Zebarî amaje kir ku, wê li gel şandeya NYê ya ku wê serdana herêma Kurdistanê bike re li ser mijara referandumê de gotûbêjê bikin.

    Îro sekreterê giştî yê rêxistina NYê Antonio Gutteres serdana Hewlêrê kir û wê li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive.

    Bi heman mijarî:

    'Petrol wê nebe sedema paşxistina serxwebûna Kurdistanê'
    'Nabe ku Enqere û Tehran li ser serxwebûna Kurdistanê xwedî gotin be'
    '21 welatan serxwebûna Kurdistanê red nekir'
    Her 3 partiyên îslamî daxwaza 'Serxwebûna Kurdistanê' kirin
    Etîketan:
    referanduma serxwebûnê, hoşyar zebarî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de