01:10 23 Çile 2018
Zindî
    Ala Kurdistan û Iraqê

    Endamê birêveberiya PDKê: DYAyê doz daye wek Iraqê bi Kurdistanê re jî bixebite

    © AFP 2018/ Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Fermandarekî Pêşmerge û endamê birêveberiya PDKê ragihand, DYAyê soz daye nûnerê Herêma Kurdistanê ku dê mîna Iraqê bi Herêma Kurdistanê re danûstandinê bike.

    Li gorî nûçeya BasNewsê, Fermandarê Pêşmege li eniya Guwêrê û endamê birêveberiya PDKê Cemal Murtke gotiye, di serdana vê dawiyê de ya Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên ku di nav şandeya Iraqê de bi serokê DYAyê Donald Trump re civiyabû, birêveberiya DYAyê diyar kiriye ku çawa alîkariya Iraqê dikin dê wisa jî piştgiriya Herêma Kurdistan û Pêşmerge bikin.

    Herwiha Murtke gotiye nûnerê Barzanî bi hûrî gotinên xwe di wê civînê de kiribûn, birêveberiya DYAyê jî diyar kiribû ku dê alîkariya Iraq û Kurdistanê bike ji bona çareserkirina kêşeyan û ew alîkariyên ku didin Iraqê pişka Kurdistanê jî tê de heye û dê piştî şerê Mûsilê alîkariyên xwe bo Kurdistanê zêde bikin.

    Bi heman mijarî:

    'Ji bo ku Kurdistan neyê avakirin me Mertalê Firatê daye destpêkirin'
    Komeleya Karsazan ji ber navê 'Kurdistan' hat girtin
    Şîretkarê Barzanî yê berê Mohemed Cuma: Îsraîl û Kurdistan dê ji neçariyê federaliyê çêkin
    Li ser trêneke Almanyayê ‘Bijî Kurdistan' dinivîse
    'Divê bo xatirê ewlehiya Îsraîlê, Kurdistan neyê avakirin'
    Parlamentarê MHPê: Kurdistan nîne, Turkomanya heye
    Peyva "Kurdistan" di meclîsa Tirk de bû sebebê nîqaşê
    Etîketan:
    mesûd barzanî, Fuad Husên, Cemal Murtke, Iraq, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de