22:25 22 Gulan 2018
    Serokê Heyeta Herêmên Kurdistanî yên li Derveyê Îdareya Herêma Kurdistanê Nasradîn Mistefa

    ‘Bilindkirina Ala Kurdistanê li Stenbolê jî hiqûqî bû li Kerkûkê jî her wisa'

    © Foto: Nasradin S. Mustafa
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 80

    Nasradîn S. Mustafa Serokê Heyeta Herêmên Kurdistanî yên li Derveyê Îdareya Herêma Kurdistanê bilindkirina Ala ya Kurdistanê ya li Kerkûkê û bertekên desthilatdarên Tirkiyeyê nirxandin.

    Mustafa got: "Çawa ku Tirkiye bi Ala ya Kurdistanê Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî kir û vê yekê wek heqê hiqûqî û asayî nirxand, îro bilindkirina Alayê ya li Kerkûkê jî her wisa heq û asayî ye."

    Nasradîn S-Mustafa ji bo rûdan û helwestên rojên dawî yên derheqê bilindkirina Ala ya Kurdistanê yên li Kerkûkê pirsên Sputnik Kurdistanê bersivandin.

    ‘HIKÛMETA TIRKIYEYÊ ALA YA KURDAN QEBÛL KIRIYE'

    Mustafa wiha got:" Alaya Herêma Kurdistanê alayeke resmî ye di Iraqê de. Her wisa hikûmeta Tirkiye jî pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê de ev Ala yê danî ye. Gelek rexne yên navxweyî jî ji bo hikûmeta Tirkiye hatin kirin, lê hikûmeta Tirkiye vê yekê wek yaseyî û asayî nîşan daye. Em jî dibêjin eva me jî kirî di Kerkûkê de. Ev jî tişteke yaseyî ye. Heqê Ala ya Kurdistanê ye, ku li her derekê bê bilindkirin. Ev heq di yaseyên Iraqê de jî hatiye qebûlkirin."

    ‘MIJARA KERKÛKÊ BO ME ROJEKE MÊJÛYÎ YE'

    Nasradîn S. Mustafa Serokê Heyeta Herêmên Kurdistanî yên li Derve yê Îdareya Herêma Kurdistanê dibêje:"Îro ji i bo me rojeke mêjûyî ye, ji ber ku Kerkûk navçeyek ya Kurdistanê ye. Di mêjûya Iraqê de gelek bûyerên tabiî û lêxistina xelkên kurd hebûn. Gelek bûyerên tund hebûn. Me dixwest hikûmeta navendê pirsên li Kerkûkê çareser bikin. Diviya bû di sala 2007 de ev gava bihata avêtin. Lê Hikûmeta Iraqê gav ne avêtin ku pirsên Kerkûkê û navçeyên wê çareser bike. Piştî dagirkirina DAIŞê, kêşeyên Kerkûkê jî girantir bûn. Hikûmeta Iraqê nekaribû arîşeyên li vê derê çareser bike û Kerkûkê ji DAIŞê paqij bike. Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê bi xwîna xwe, bi keda xwe navçeyên Kerkûkê parastin û paqij dikin. Piştî peşmergeyan van navçeyên Kerkûkê jî niha emîn bûne. Mane ya mana peşmerge li vê derê rewşek emîn derxistiye hole. Bilindkirina Ala ya Kurdistanê gaveke destûrî ye. Me destxweşî lê kiriye û me pîrozbahî li xelkê xwe kiriye."

    ‘DIVIYABÛ DI SALA 2007 DE EV BIHATA KIRIN ‘

    Nasradîn S. Mustafa Serokê Heyeta Herêmên Kurdistanî yên li Derve yê Îdareya Herêma Kurdistanê li ser pirsa bê ji bo çi di sala 2007 de Hikûmeta Baxdayê gavên bo bicihanîna madeya 140 neaniye dibêje:"Hikûmeta Merkezî ya Iraqê di wextê Malîkî de dît ku eger pêngav bêne avêtin yan jî navçe bizîvirin ser Herêma Kurdistanê pêk nayê. Lewma jî astengî xistin ber cibicîkirina ber wan madeyên di destûra iraqê de. Ji wê demê de diviya bû ew navçe bihata asayîkirin. Du re jimartina nifûsê lê bihata çêkirin û di merhala dumahikê de referandûm li wan navça bihata kirin. Bes hikûmeta merkezî astengî xistin ber van û nehiştin ev lijne hanê karê xwe bike. Piştî vê jî di 4 salên dawî de di wextê Malîkî de şûl sekinandin."

    ‘BI HATINA HEYDAR EL EBADÎ JÎ TU GUHERÎN ÇÊNEBÛN'

    Mustafa dibêje piştî hatina Heydar El Ebadî jî tu guherîn çênebûn û wiha berdewam dike:"Bi hatina Heydar Ebadî re hîç pengavek di vî warê nehatine avêtin. Hikûmeta herêmê jî bê umid bûye ku Hikûmeta merkezî bêt û pirsên van navçeya çareser bike. Lewma Hikûmeta Herêma Kurdistanê di halî hazir de gav avêt ku li van navçeyan bimîne û peşmerge van navçeyan biparêz in."

    ‘PIŞTÎ HATINA HAŞDÎ ŞABÎ BABETÊN TAIFÎ RÛ DIDIN'

    Mustafa her wiha li ser pirsa wek gelo destê dewletên dî yên cîran di vê mijarê de hene an ne de jî wiha dibêje:"Hikûmeta İraqê di vî dumahê de nehate pêş û Heşdî Şabî jî di demên dawî de tesîreke mezin kiriye ku babeteke taifi li van navçeya hatiye encamdayîn. Gelek navçe ji suniyan hatiye paqijkirin. Behna taifiyetê li van navçeya heye. Lê ev yek zêdetir bi hikûmeta Baxdaye ve girêdayî ye."

    ‘SERXWEBÛN HEQÊ KURDAN E BO VÊ TIFAQ PÊWIST E'

    Mustafa ji bo bilindkirina Ala ya Kurdistanê ya li Kerkûkê dibêje:"Ne nûye bilinkrina Alayê ya ev rojê. Ev e 25 sal in Alaya Kurdistanê li Iraq û Herêma Kurdistanê de hatiye qebûlkirin. Ev 25 sal in parlamenên Iraqê ev yekê pesend kiriye ku ev ala Ala ya Kurdistanê ye. Her wiha serxwebûn jî heqê kurdan e. Daxwaziya kurdan bo serxwebûnê jî heq e. Kurd jî dixwazin wek hemû miletên dinyayê serxwebûna xwe îlan bikin. Ev çend sal in li ser vê guftigo têne kirin. Kurd jî vê yekê ji xwe ji re wek mafê rewa dibînin. Emê kar li ser hindê bikin. Kurdistan jî wek miletê dinê serxwebûna xwe hebe. Pêdivî ye li gel Baxdayê em itifaqê bikin. Dive em itifaqên xwe yên bi dewletên dî re jî bikin. Îtifaqa layenên siyasî pir giring e. Divê hemû layenên siyasî itifaqa xwe xurt bikin. Ev e pêwistî ye ji bo pêngava serxwebûna Herêma Kurdistanê."

    Bi heman mijarî:

    Li Kerkûkê Tirkmen li dijî Ala Kurdistanê derdikevin
    Çavuşoglu: Hewlên bilindkirina Ala Kurdistanê li herêmê ne rast e
    Tirkiye: Hilgirtana ala Kurdistanê a li Kerkûkê li dijî makeqanûnê ye
    Kurdan li ser medyaya civakî biryara Ala Kurdistanê pîroz kir
    Meclîsa Kerkûkê biryara hilgirtina Ala Kurdistanê pesend kir
    Etîketan:
    Stenbol, Kerkûk, Ala Kurdistanê, Serokê Heyeta Herêmên Kurdistanî yên li Derveyê Îdareya Herêma Kurdistanê, Nasradin S. Mustafa, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de