18:36 20 Tebax 2017
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi şandeya Komeleya Yekbûna Kurd a Rûsyayê re

    Barzanî bi şandeya kurdên Rûsyayê re civiya

    © Foto: presidency.krd
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5840

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarê Selahedîn pêşwazî li şandeke Komeleya Yekbûna Kurd ya li bajarê Saint Petersburg a Rûsya kir. Barzanî di hevdîtinê de daxwaza pêşxistina pêwendiyên bi kurdên li Rûsyayê re kir û ji bo diyar kir, ‘Bi rizgarkirina Şingalê tola êzidiyan hatiye hilanîn.’

    Di hevdîtina Barzanî û şanda Komeleya Yekbûna Kurd de ku 28ê Adarê pêk hat de, li ser karûbarên komeleyê û rewşa kurdan li Rûsya û welatên Sovyeta berê hat kirin.

    Serokatiya Herêma Kurdistanê (SHK) derbarê hevdîtinê de bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, şandeyê piştgiriya xwe ji bo rêveberiya herêma Kurdistanê nîşan daye û amadebûna xwe ya ji bo xizmetkirinê aniye ziman.

    Li gor daxuyaniyê Barzanî di hevdîtinê de daxwaz ji endamên komeleyê kir, ‘Peywendî û hatin û çûna di navbera gedeyên Kurd li Rûsya û Kurdistanê berdewam be û pêş bikeve.'

    'PÊŞMERGE BI XWÎNA XWE TOLA ÊZIDIYAN STANDIYE'

    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Barzanî behsa serkeftinên pêşmerge li dijî DAIŞê kir û da zanîn, 'Bi azadkirina Çiyayê Şingalê û rêyên Şingalê re pêşmerge bi xwîna xwe tola êzidiyan standiye.'

    Barzanî li ser piştî kontrolkirina Şingalê jî ji şandeyê re wiha axivî: "Piştî azadbûna Şingalê armanca serekî ewe ye ku Şingal bê avadankirin û xelkê Şingalê û dorûbera wê bikarin jiyana xwe dest pê bikin û pişt bi xwe bibestin û bêne parastin."

     

    Bi heman mijarî:

    Ji bajarekî din ê Rûsyayê bo Tirkiyeyê seferên balafiran dest pê dikin
    Lavrov: Welatên Rojava ji felaketa Mûsilê re xwe kerr dikin
    Amerîka: ‘Di windahiyên sivîl ên li Mûsilê de muhtemele ku berpirsyariya me hebe'
    Muslim: Dibe ku li Reqqayê xweseriya demokratîk were avakirin
    ‘Tirkiye li Sûriyeyê bi Amerîkayê re dê li rêya lihevkirinê negere'
    Peykerê Mahsum Korkmaz li Kobaniyê hat danîn
    Etîketan:
    Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de