05:00 20 Tebax 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê

    Kurdan li ser medyaya civakî biryara Ala Kurdistanê pîroz kir

    © AP Photo/ Bilal Hussein
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 9051

    Piştî ku biryara hilgirtina Ala Kurdistanê ya li saziyên fermî yên bajarê Kerkûkê ji aliyê Encûmena Bajarê Kerkûkê ve hat peesendkirin û Ala Kurdistanê li Parêzgariya Kerkûkê hat hilgirtin, gelek kurdan li ser medyaya civakî ‘kêfxweşiya xwe' anîn ziman.

    Encûmena Bajarê Kerkûkê biryara Parêzgarê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm a ji bo hilgirtina Ala Kurdistanê ya li saziyên fermî yên wî bajarî îro pesend kir. Piştî pesendkirina biryarê Ala Kurdistanê li avahiya Parêzgariya Kerkûkê hat hilgirtin.

    Mijara pesendkirina biryarê û hilgirtina Ala Kurdistanê li ser medyaya civakî jî di nava kurdan de bû mijara sereke. Gelek kurdan li ser Twitterê kêfxweşiya di derbarê biryarê de anîn ziman û ev biryar pîroz kirin.

    Di derbarê mijarê de Serokê Giştî yê Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam parve kir: "Biryara Encumena Kerkûkê ya bilindkirina ala Kurdistanê pîroz dikim.Kerkûk Kurdistane.Ev gav bila bibe destpêka serxwebûna başûrê Kurdistanê."

    ​Nivîskarê navdar ê kurd Hesenê Metê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Ku me hebûya dewletek.. dibe ku min ji sembola miletekî zêdetir rûmetek neda alê, lê ala Kurdistanê îro barê dewlet, milet û erdekî hildaye."

    ​Fahri Karakoyunluyê ku li Amedê parêzeriyê dike jî got, "Ji bo ku Ala Rengîn li ser ezmanên Kerkûkê pêl bide, Barzanîyê Nemir bi şîyara "an mirin an neman" şoreşek feda kir.Li netewa kurd pîroz be."

    ​Hinek parvekirinên din ên di derbarê pîrozkirina hilgirtin a Ala Kurdistanê ev in:

     

    Bi heman mijarî:

    Meclîsa Kerkûkê biryara hilgirtina Ala Kurdistanê pesend kir
    Rebwar Talabanî: Bilindkirina Alaya Kurdistanê li Kerkûkê xewna hemû kurdistaniyan e
    Ji Iraqê li ser biryara hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê daxuyanî
    Dîroknasê tirk: Fermîbûna zimanê kurdî ya li Kerkûkê hewlek ya belengaziyê ye
    Şandeyek PDKê wê li gel Waliyê Kerkûkê bicive
    Etîketan:
    biryara Ala Kurdistanê, Serokê Giştî yê PAKê, Hesenê Metê, Mustafa Ozçelik, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de