12:27 19 Tebax 2017
Zindî
    Herêma Kurdistanê - Alaya Kurdistanê

    Ji Iraqê li ser biryara hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê daxuyanî

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 6021

    Berî civîna Meclîsa Şaredariya Kerkûkê ya li ser dengdana bilindkirina ala Kurdistanê li bajêr, Saziya Bilind a Kordînasyona Navbera Bajaran a Serokwezîrtiya Iraqê daxuyaniyek weşand ku bilindkirina aleke din ligel ala Iraqê red kir.

    Di nivîsa fermî ya ku ji Parêzgariya Kerkûkê re hatiye şandin de, tê gotin ku biryara bilindkirina ala Iraqê yan jî aleke din ligel wê, ne ji aliyê meclîsa parêzgariyê ve ji aliyê hikumeta navendî û federal tê dayîn.

    Di nivîsê de hat gotin, "Mekanîzmeyên ji bo Kerkûkê û herêmên nakokî li ser wan heye, di benda 140 a destûra 2005an a Iraqê de hatine diyarkirin. Her çiqas ku heta niha ev rewş nehatiye çareserkirin jî biryara li ser bajarê we (Kerkûk) li dijî hikûmeta federalî û rêveberiya navendî ye. Loma jî divê ala Iraqê bê daliqandin."

    Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm piştî fermana nivîskî ya hildana ala Kurdistanê li cejna Newrozê bangewazî li Encûmena Parêzgehê kiribû, li ser wê biryarê û budçeyê deng bidin. Tê çaverêkirin ku civîna Meclîsa Şaredariyê 28ê Adarê pêk were.

    Bi heman mijarî:

    Tillerson li Tirkiyê bi partiyên opozîsyonê re nacive
    Pûtîn: Divê ji bo berjewendiyên netewî hemû hêz bê bikaranîn
    Li Şemrexê qedexeya derketina derve hat ragihandin
    Kuleya Eyfelê wê bi perdeyeke camî bê parastin
    NY: Em ji jiyana sivîlên Reqqayê metirsdar in
    Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li Moskowê ye
    ‘Dibe ku 5 milyon Ewropî ji derve bimînin’
    Etîketan:
    Ala Kurdistanê, Kerkûk, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de