14:32 22 Îlon 2017
Zindî
    Aşît

    Li Urmiyeyê 4 kolberên kurd di bin aşîtê de man

    © AP Photo/ Elaine Thompson
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2931

    Li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber ketina aşîtê 4 kolber di bin berfê de man û jiyana xwe ji dest dan.

    Leşkerên Îranê
    © AFP 2017/ ISNA / HOSSEIN HOSSEINZADEH
    Hate ragihandin ku şeva din li gundê Tirsawa ya navçeya Kotola bajarê Xoyê, 5 kolberên kurd dibin aşîtê de mane.

    Li gorî agahiyan koberên kurd dema ji Tirkiyetê derbarê Rojhilatê Kurdistanê dibûn, li ser sînor ketine di bin aşîtê de mane û 4 kolberên jiyana xwe ji dest dane, kesekî jî birîndar bûye.

    Hat eşkerekirin ku rewşa kolberê birîndar xeter e û ew rakirine nexweşxaneyê.

    Ji bilî van kolberan, di zivistana îsal de 8 kolberên din li Urmiyê ji ber aşîtê û sermayê jiyana xwe ji dest dan.

    Bi heman mijarî:

    Li bajarê Pîranşarê 3 kolberên kurd di bin berfê de man
    Li bajarê Serdeştê 15 kolberên kurd di binê aşîtê de man: 4an jiyana xwe ji dest da
    Kurdên li Îranê li dijî kuştina kolberên kurd dest bi kampanyayekê kirin
    Rejima Îranê li herêma Mirgeverê 2 kolberên din kuştin
    Pasdaran dîsa êrişî kolberên kurd kir
    Etîketan:
    aşît, kolber, birîndar, mirin, Urmiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de