04:21 21 Îlon 2017
Zindî
    Evalar şirketi ilaç üretiyor

    Wezareta Tendirûstiyê a Herêma Kurdistanê derbarê birîna dermanan, Bexda agahdar kir

    © Sputnik/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1830

    Berdevkê Wezreta Tendirûstiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku, ger Bexda li birîna beşê Herêma Kurdistanê ji derman pêdagir be, wê Herêma Kurdistanê ji dermanên nexweşxaneyên penaberan qut bike.

    Li gorî agahiyên li ser Basnewsê, Berdevkê Wezreta Tendirûstiyê ya Herêma Kurdistanê Dr. Xalis Qadir têkildarî mijarê de ragihandiye ku, li gel biryara Wezareta Tendirûstî ya Iraqê biryara birîna dermanan a bo Herêma Kurdistanê, hêj derman ji Bexdayê tên.

    Herwiha Qadir dazanîn ku, ger Bexda di mijara birîna dermanan a ji Herêma Kurdistanê bi israr be, ew ê jî neçar bimînin ku, beşê nexweşxaneyên penaberan ji dermanan bibirin.

    Qadir eşkere kir ku, weke wezaretê bûdce tenê ji bo beşê kirîna derman ji nexweşxaneyan û bingehê tendirûstî re heye. Herwiha hêvî kir ku, Bexda li ser şandina beşê Herêma Kurdistanê ji derman bo Welatiyên Kurdistanê û penaberan berdewam be da ku, penaber jî rastî kirîza kêmbûna derman nebin.

    Bi heman mijarî:

    Herêma Kurdistanê li Washingtonê beşdarî civîna hevpeymana navdewletî dibe
    Ji NYyê daxuyaniya hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê
    Xirîstiyan û Suryanên Herêma Kurdistanê tevî Kurdan Newroz pîroz kir
    Etîketan:
    qutkirin, derman
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de