08:40 26 Îlon 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    Parêzgarê Kerkûkê Kerîm ji bo ala Kurdistanê bersiv da Tirkiye û NY

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 8590

    Parêzgarê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm di derbarê hilgirtina alaya Kurdistanê ya li Kerkûkê de bersiv da Neteweyên Yekgirtû û Tirkiye û got, "Mafê welatên derdor tune ye ku dest li karûbarên navxweyî yên Kerkûkê werdin."

    Parêzgarê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm îro di çarçoveya vegera gelê gundê Qeretepê yê li başûrê Kerkûkê de ji bo çapemeniyê axivî û di derbarê hilgirtina alaya Kurdistanê de got, "Em li ser biryara xwe rijdin û bi tu awayî mafê welatên derdorê jî tune ye ku dest li karûbarên navxweyî yên Kerkûkê werdin."

    Kerîm di dewama axaftina xwe de ev tişt gotin, "Di destûra Iraqê de jî bi tu awayî behsa wê yekê nehatiye kirin ku li deverên nakokî li ser hene, hilgirtina alaya Kurdistanê li dijî yaseyê be."

    Tê zanîn ku piştî alaya Kurdistanê li Kelha Kerkûkê hat hilgirtin Tirkiye û NY bertek nîşan dan û dilgiraniya xwe ya di derbarê mijarê de anîbûn ziman.

    Bi heman mijarî:

    Ji NYyê daxuyaniya hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê
    'Iraq bilindikirina ala Kurdistanê li Kerkûkê red dike'
    Alaya mezin a Kurdistanê wê li ser Kelha Kerkûkê were hilgirtin
    Parêzgarê Kerkûkê: Alaya Kurdistanê li Tirkiyeyê tê rakirin, çima li Kerkûkê neyê rakirin
    Tirkiye: Çênabe Alaya Kurdistanê li Kerkûkê bê daleqandin
    Li Kerkûkê zimanê kurdî dibe fermî û ala Kurdistanê jî wê were hilgirtin
    Etîketan:
    Ala Kurdistanê, Parêzgarê Kerkûkê, Necmeddîn Kerîm, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de