08:44 23 Îlon 2017
Zindî
    Donald Trump

    'Heqqet, ev kak Fûad çi ji Trump re dibêje?'

    © REUTERS/ Joshua Roberts
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 14941

    Wêneyê Serokê DYAyê Donald Trump li gel Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên di dema serana xwe bi DYAyê de bû sedema meraq û nîqaşan di medyaya civakî de.

    Serokwezîrê Iraqê Heyder El Ebadî bi awayekî fermî ji aliyê birêveberiya DYAyê ve hatibû vexwendin, Ebadî li gel şandeyeke çû DYAyê ku Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên jî wek nûnerê Herêma Kurdistanê di wê şandeyê de cih girt.

    Di encama wê serdanê de, wêneyekî Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên li gel Serokê DYAyê Donald Trump di medyaya civakî de hat parvekirin û bû sedema meraq û nîqaşan.

    Rojanemvan û Nivîskar Arif Zêrevanî meraqa xwe bi vî awayî anî zimanî: "Xwedê dizane ka Fuad Husên çi mesaja serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî digihîne serokê Emerîkayê".

    ​Weşangerê kurd Abdullah Keskin jî derbarê mijarê wiha got: "Heqqet, ev kak Fûad çi ji Trump re dibêje, walle min meraq kir."

    ​Herwiha Serokê Azadiyê yê berê bal kişand ser wekheviya cil û bergên Trump û Husên û got ku ev nîşana wê yekê ye ku herdû alî wek hev difikirin û got: "Ev jî ji bo kurdan serkeftineke dîplomatîk a giring e; Di ser başûr re pêk hatiye."

    Bi heman mijarî:

    Ebadî: DYA teqez dike ku dê piştgiriya xwe ji bo me dewam bike
    Ebadî bi nameyekê Newroza Barzanî pîroz kir
    Serokwezîrê Iraqê El Ebadî û nûnerê Herêma Kurdistanê diçin Emerîkayê
    Ebadî: "Komkujiya Helebce delîla herî mezin a zilma Partiya Beasê ye"
    Serokwezîrê tirk: Ez li pêvajoya kampa Başîkayê bi Ebadî re axivîm
    Wezareta Iraqê: Haya me ji peymana di navebra YNKê û Ebadî de tune ye
    Ebadî: Di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de hemahengiyeke baş heye
    Etîketan:
    Arif Zêrevanî, Abdullah Keskin, Donald Trump, Fûad Husên, Iraq, Kurdistan, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de