08:43 23 Îlon 2017
Zindî
    Xwepêşander alaya Kurdistanê bilind dikin

    Ji NYyê daxuyaniya hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 14061

    Mîsyona Alîkariya Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser hildana ala Kurdistanê li ser dam dezgehên bajarê Kerkûkê da xuyakirin ku dibe sedema rewşeke metirsdar.

    Di daxuyaniya ku ji aliyê Mîsyona Alîkariya Iraqê ya NYyê ve hatiye dayîn de, hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê wek rewşeke metirsdar hat nirxandin û hat gotin, 'Rêveberiya Kerkûkê li gor destûra Iraqê di nav erka hikûmeta navendî de ye. Pêwîste ji xeynî ala Iraqê aleke din neyê hildan.'

    Herwiha hişyarî ji bo gavên yekalî hat dayîn ku dê bibin sedema rûbirûbûna xeteriyên ser aştiya navbera grubên olî û nijadî li Kerkûkê.

    Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm hefteya borî nivîsek ji Meclîsa Bajêr re şandibû û tê de ferman dabû ku li dema pîrozbahiyên Newrozê li ser avahiyên hemû dezgehan ligel ala Iraqê ala Kurdistanê jî were hildan.

    Bi heman mijarî:

    Leşkerên Rûsî û YPGyîyan bi hev re Newroz pîroz kir
    Le Monde: Hatina leşkerên Rûsî bo Efrînê dawîhatina Mertala Firatê ye
    Xirîstiyan û Suryanên Herêma Kurdistanê tevî Kurdan Newroz pîroz kir
    Karê nû yê dozger Bharara diyar bû
    Gundekî din yê Reqqayê hat rizgarkirin
    Etîketan:
    Herêma Kurdistanê, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de