10:28 22 Tebax 2017
Zindî
    Şêwirmendê Ajansa Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

    Barzanî bi boneya Newrozê: Divê em gavên xwe ji bo serxwebûnê bilezînin

    © Foto: Twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2730

    Şêwirmendê Ajansa Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh duşemê ragihand ku divê kurd xebata xwe bo serxwebûn damezirandina dewleteke hevdem bilezînin û bangî desthilatên ewlekariyê kir daku di rojên pîrozbahiyê de baldar bin.

    Nivîsgeha Ragihandinê ya Mesrûr Barzanî bi boneya cejna Newrozê peyamek weşand û tê de wiha hat gotin: "Herêm bi awayekî lezgîn tê guhertin û em hêvî dikin ku ev guhertin siberojeke geş ji gelê me re bîne."

    Herwiha Barzanî wiha dewam kir: "Em dipên ku hêz û aliyên siyasî li Kurdistanê bi yek helwestê, viyaneke yekgirtî, giyaneke li ser niştimanîperwerî, hezkirin û dilsoziya erd û neteweyê li dijî metirsiyên bixebitin daku vê qonaxê derbas bikin û daxwaza şehîdên me ya avakirina welatekî xurt û serbilind ava bikin."

    Daxuyaniya rayedarê kurd wiha dewam kir: "Divê ji bo xwîna şehîdan û keraset û komkujiyên gelê me, em gavên xwe bilezînin ji bo em bigihêjin serxwebûnê".

    Bi heman mijarî:

    Dadgehê Eutelsat ji bo Med Nûçe û Newroz TV mehkûm kir
    Med Nûçe û Newroz TV careke din dest bi weşanê dikin
    Weşana Newroz TVyê hat rawestandin
    Li Qendîlê Newroz bi çoşek mezin hate pîrozkirin
    Eutelsal piştî wesana Med Nûçeyê, ya Newroz TVyê jî qut dike
    Di maça Torino FC-Juventus de pankarta 'Newroz pîroz be' hat vekirin
    Etîketan:
    Newroz, Mesrûr Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de