08:53 25 Adar 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê

    'Iraq bilindikirina ala Kurdistanê li Kerkûkê red dike'

    © Foto: fb
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4631

    Piştî biryara parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm a li kêleka ala Iraqê hildana ala Kurdistanê li dam û dezgehên bajêr, hikûmeta navendî ya Iraqê daxuyanî da. Berdevkê Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê Seid Hedîsî ragihand, pêwîst e tenê Ala Iraqê li Kerkûkê were hildan.

    Berdevkê Ofîsa Serokwezîr Heyder Ebadî da xuyakirin ku bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê karekî nedestûrî ye û ew tevgerîna yekalî red dikin.

    Seîd Hedîsî di daxuyaniya ku ji bo televizyona Rûdawê daye de diyar kir, li herêmên nakok ku hîn li gor destûra Iraqa Federalî li ser wan biryar nehatiye dayîn nabe ala Kurdistanê li kêleka ala Iraqê were hildan.

    'RÊVEBERIYA PARÊZGEHAN HERÊMA KURDISTANÊ LI XWE NAGIRE'

    Seîdî wiha axivî: "Yasaya rêveberiya parêzgehan Herêma Kurdistanê li xwe nagire û xwediyê parlamento, hikûmet û yasaya taybet a xwe ye. Ji ber wê jî Ala Kurdistanê li kêleka Ala Iraqê hatiye bilindkirin û ti pirsirêkek jî nîne. Lê belê bo parêzgehên din ev yek berovajî destûr û yasayên heyî ye."

    Hedîsî li ser bertekên Tirkiyê yên li ser hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê jî got: "Ev yek mijareke navxweyî ye û ti pêwendî bi ti welatên din ve nîne."

    Bi heman mijarî:

    Li Meletiyê pevçûn: 2 kesan can da, 8 kes birîndar bûn
    Pîrozbahîyên Newrozê li Herêma Kurdistanê berdewam in
    Fermandarê iraqî: DAIŞ têkçûyîna xwe yê li Mûsilê bide jibîr kirin êrişî Bexdayê dike
    Kurtulmuş: Dê Rûsya û Amerîka biryara xwe ji nû ve binirxînin
    Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî konferansa UNESCOyê bû
    Rûsya û Tirkiye wê şêwrê di mijara têkoşîna li dijî terorê de bikin
    Etîketan:
    Herêma Kurdistanê, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de